Tirkiyê kolberekî Kurd di ser sînorê bajarê Makoyê kiriye armanca xwe

13:53 - 21 Îlon 2019

Ajansa Kurdpa: Bi sedema teqekirina rasterast a hêzên Tirkiyê di ser sînorê Buralan a ser bi bajarê Makoyê, kolberekî Kurd hate kuştin.

Pêka nûçeya ku gihîştiye Ajansa Nûçegihaniya “Kurdpa”yê, roja Pêncşemî 28`ê Xermanan, kolbrekî Kurd ê bi navê “Xalis Hemîdzade” ê 22 salî û xelkê gundê “Balole” a ser bi bajarê Makoyê, li ser sînorî bajarê Makoyê rastî teqe kirina rasterast a hêzên Tirkiyê hat û di encamê de birîndar bû û bi sedema kurbûna birîna wî, navbirî canê xwe ji dest da.

Ew kolberê Kurd di ser sînorê Buralan a ser bi bajarê Makoyê bi sedema gulereşandina hêzên Tirkiyê birîndar bû û di dema veguhastin bo nexweşxaneya “Erzorum”ê bi sedema kurahiya birîna xwe, navbirî canê xwe ji dest da.

Tê gotin ku di dema ku navbirî hatibû birîndar kirin, navbirî rastî lêdana hêzên Tirkiyê hatiye.