Termê kolberekî Kurd li bilindahiyên sînorê bajarê Seqizê hate peydakirin

14:56 - 1 Gulan 2019
Ajansa Kurdpa: Termê kolberê Kurd yê xelkê bajarê Seqizê ku sê mehan berî niha, bi sedema bi doreçûna hêzên leşkerî yên hikûmeta Îranê, li bilindahiyên sînorê bajarê Bane winda bibû hate peydakirin.

Li gorî raporên gihîştine Ajansa Nûçegihaniya “Kurdpa”yê, roja Sêşemî 10`ê Banemer(30`ê Nîsan)ê, termê kolberê Kurd yê bi navê Ebas Qadirzade, yê xelkê gundê Direabî a girêdaiy Dêhistana Zulfeqar ya ser bi bajarê Seqizê ku winda bibû, bi nemana berfê li çiyayê Hecre Fiqîhanê li pişt gundê Nenûr a girêdiy bajarê Bane peyda bû.

Ev kolberê Kurd roja Duşemî 8`ê Rêbendana sala 1397`an di encama bi dûreçûna hêzên leşkerî yên hikûmetî li ser çiyayên derdora gundê Birvîşkanî a girêdaiy devera Nenûr a ser bi bajarê Bane rastî berfa zêde hatibû, û bi sedema sirr û seqmê canê canê xwe jidest daye.

Di vê bûyerê de, du kolberên din yên Kurd yên bi navên Saman Salihî temen 24 salî û xelkê devera Qewx ya ser bi bajarê Seqizê û Mihemed kerîmî xelkê gundê Şûyê ya girêdaiy bajarê Bane, li çiyayên derdora Biroşkanî a ser bi devera Nenûr rastî berfa zêde hatibûn, bi sedema sirr û seqemê canê xwe jidest dabûn.