Termê kolberê Kurd yê vindabûy peydabû

14:22 - 8 Gulan 2019
Ajansa Kurdpa: Termê kolberê Kurd yê ku li rûbara”Cêrmî” xeniqîbû, piştî derbazbûna sê rojan bi ser vê bûyerê, hate peydakirin.

Li gorî rapora gihîştiye Ajansa Nûçegihaniya “Kurdpa”yê, termê kolberê Kurd yê bi navê Ferzad Nûrî, kurê Fireiydûn û xelkê gundê Enbî a girêdaiy devera Tirgewer ku li rûbara Cêrmî ya li bilindahiyên sînorê bajarê Urmiyê xenqîbû, bi hewl û têkoşîna xelkê deverê hate peydakirin.

Ev kolberê Kurd roja Yekşemî 15`ê Banemerê digel kolberê din yê bi navê Burhan Terbî, li dema kolberiyê, li rûbara “Cêrmî” xengîne.

Termê Ferzad Nûrî piştî veguhastina bo gundê Kaye, piştire bo gundê Enbî veguhastine.

Ev du kolberên Kurd li rûbara Cêrmî ya ku ber bi gundê Beresorê diherike, rastî vê bûyerê hatine.