Teqîna mîn li Banê, qurbaniyek lêket

21:52 - 14 Gulan 2019
Ajansa Kurdpa: Bi sedema teqîna mînê li bilindahiyên bajarê Banê, xortek hate kuştin û yek din jî bi dijwarî birîndar bû.

Li gorî rapora gihîştî bi Ajansa Nûçegihaniya “Kurdpa”yê, roja Sêşem, 24`ê Banemera 1398`an (14`ê Gulana 2019`an), li bajarê Bane xortê Kurd yê bi nave Şaho Sipayî, temen 20 salî, kurê Tewfîq û xelkê wî bajarî, bi sedema teqîna mîn canê xwe jidest da, û herwisa ciwanekî din jî di vê bûyerê de, bi dijiwarî birîndar bûye.

Ew 2 ciwanên Kurd li bilindahiyên çiyayê Sorkêw, li nêzîkî gundê Nêrwan a girêdaiy devera Armirdeya bajarê Banê rastî vê bûyerê hatin.

Ew ciwanê birîndar, bo çareseriyên pizîşkî, bo navenda dermaniya bajarê Banê hate raguhastin.

Termê Şaho Sipayî, bo nexweşxaneya bajarê Banê hatiye raguhastin û heya weşana vê nûçeyê, termê wî radestî malbatê nehatiye kirin.