Spaha Şinoyê endamên şêvra gundê “Hesen Nûranê”gazîkirin

15:53 - 12 Nîsan 2019
Ajansa Kurdpa: Spaha Pasdaran a Şinoyê endamên şêvra gundê “Hesen Nûranê” gazîkirin û lêkolîn ji van kirin.

li gorî nûçeya ku gihîştiye Ajansa Nûçegihaniya “Kurdpa”yê, roja Pênçşemî 22`ê Xakelêweyê, endamên şêvra gundê “Hesen Nûran” a girêdayî bajarê Şinoyê, ji aliyê Spaha Pasdaran hatine gazîkirin.

Çavkaniyeke agehdar di vê derheqê de gotiye ku: Sedema gazîkirina endamên şêvra gundê “Hesen Nûran”ê birêvebirinba rêûresima cejna Newrozê û şerê xelkê wî gundî digel hêzên Spaha Pasdaran bûye.

Vê çavkaniya agehdar di vê derheqê de zêde jî kiriye ku: Di heyama çend rojên derbazbûyî de, hêzên Spaha Pasdaran yên li gundê “Hesen Nûranê” telefonên şexisî yên xelkê wî gundî vergirtine û piştire ev gazîkirine.

Vê çavkaniya agehdar merema vê kiryara Spaha Pasdaran, afirandina rewşeke hov di dinav akinciyên wî gundî de daye zanîn.

Roja Çarşemî 29`ê Reşemeha 1397`an hêzên Spaha Pasdaran êrîşî ser cihê birêvebirina rêûresima cejna Newrozê a gundê”Hesen Nûran” a girêdayî bajarê Şinoyê kirine û di navbera hêzên Spaha Pasdarn û xelkê wî gundî de şer derketibû.

Piştî şerê hevwelatiyên gundê “Hesen Nûran”ê digel hêzên Spaha Pasdaran 6 hevwelatiyên Kurd yên bi navên Heyder Şêxmihemedî, Mihemed Esedî, Hamid Reşîdpak û Hemize Mamqadirî” yên xelkê gundê Elîava û “Mewlûd Fethûlah” kurê Bayezîd û “Silêman Destar” kurê Se`idûn xelkê gundê “Hesen Nûranê” bo îdareya îtila`ata bajarê Şinoyê hatine gazîkirin.