Spaha Pasdran hatûçûnkirina hevwelatiyan li devera Şaho ya Kamyaranê qedexe kir

17:10 - 24 Nîsan 2019
Ajansa Kurdpa: Spaha Pasdaran li herêma Şaho a girêdaiy bajarê Kamyaranê manoreke leşkerî birêve dibe.

Li gorî nûçeya ku gihîştiye Ajansa Nûçegihaniya “Kurdpa”yê, Spaha Pasdaran li herêma Kamyaran û mêhvera Emeliyatî a Gekî di daxuyaniyekê de lidarxisitna manora leşkerî li mêhvera emeliyatî a Hanî û Gozîban û herwisa li qontara Dîvzinav li destpêka cemê Vergîr heya dawiya cemê Kele ji aliyê hêza Spaha Pasdaran li roja Çarşemî 24`ê Nîsanê heya demeke nediyar ragehandiye.

Spaha Pasdaran di vê daxuyaniyê de ji hevwelatiyên ku li herêma Şaho akincîne daxwaz kiriye ku, bilez vê herêmê biterkînin û hatûçûna hevwelatî, cotiyar, çiyager û gestyaran di vê deverê de qedexe kiriye.

Her di vê pêwendiyê de, Rezbera sala derbazbûyî Spaha Pasdaran bi armanca nîşandana hêza xwe, li bilindahiyên Çiyayên Şaho manoreke leşkerî lidarxist û zirarên zêde gihandine jîngeha herêmê.

Çalakiyên taktîkî û topbaran û alavên şer, hêla birina hêza taybet û balafirên bêpîlot yên bo çavdêriya emeliyatan, girîntirîn beşên vê manora leşkerî bûn.

Roja Dişemî 19`ê Xakelêweyê, “Donald Tramp”, serkomarê Amerîkayê di daxuyaniyeke fermî de Spaha Pasdaran a Îslamî a Îranê, xiste nav rêzbenda saziyên terorîstî de.