Spaha Pasdaran bo lidarxistina merasima newrozê astengiyan çê dike

20:42 - 19 Adar 2019
Ajansa Kurdpa: Spaha Pasdaran bo lidarxistina merasima newrozê di bajarên Kurdistanê de, astengiyan çê dike.

Li gorî rapora ku gihîştiye Ajansa Nûçegihaniya “Kurdpa”yê, hêzên Spaha Pasdaran li gundê “Elî Abad” a girêdayê bajarê Şinoyî, bo lidarxistina merasima newrozê astengiyan çê dike.

Yek ji rûniştiyên wî gundi, ji Ajansa Nûçegihaniya “Kurdpa”yê re ragehand ku, hêzên Spaha Pasdaran, darên (hîzomên) ku, xelkên wî gundî bo agirê merasima newrozê komkiribûn, dest bi ser de girtine û ew dar (hîzom), bo cihekî nêzîkî wî gundî veguhastine û wir agir berdanê.

Li gorî wê çavkaniyê, Spaha Pasdaran, gef ji ciwanên wî gundî xwarine ku, beşdarbûn li wan merasiman xwe biparêzin.

Heya niha navendên girêdayî bi hikûmeta Îranê, li Kurdistanê, xwe ji îzin dana, bo birêvebirina merasimên cejna newrozê parastine.

Herwisa roja Çarşemî 22`ê Reşemeh(13`ê Adar)ê, Şêvra Dabînkirinê ya bajarê Seqizê, di civînekê de, li ser biryarên derheq ewlehîkirina rewşa rêûresmên Newrozê pêdagîrî kiribû.

Her di vê pêwendiyê de, di heyama çend rojên borî de, îdareya Emakin a bajarê Kamyaranê, li rêya telefonê pêwendî digel stranbêjên wî bajarî girtibû, da ku kartên taybet yên xwe yên stranbêjiyê radestî wê îdareyê bikin.

Herwisa Şêvra gundê “Palinganê” jî, bi sebeba givaşên îdareya Îtila`ata bajarê Kamyarên, bi weşandina daxuyaniyekê, ragehand ku, rêûresma newerozê di vî gundî de birêve naçe.

Navenda Hevakriyê ya Partiyên Kurdistana Îranê, bo birêvebirina rêûresma Newrozê, li Kurdistanê, kempêyîna bi navê “Newroz Dîlana Azadiyî ye” lidarxistine, û navendên îtila`atî jî, li hemberî vê kempêynê de, bi çêkirina rewşeke tirsnok û awarte, û destesekirina çalakvanên Kurd, bertekan nîşan da.