Spaha Pasdaran alavên rêçêkirinê bo bilindahiyên sînorê bajarê Şinoyê vediguheze

16:11 - 31 Gulan 2019
Ajansa Kurdpa: Spaha Pasdarana hikûmeta Îranê, ji bo vekirina rêyan li bilindahiyên sînorê bajarê Şinoyê, û çêkirina rêyên nû bo vehuhastina hêzên xwe bo van deveran, tiromibîlên rê lêdanê bo wan deveran vadiguheze.

Li gorî nûçeya gihîştî Ajansa Nûçegihaniya “Kurdpa”yê, roja Pênçşemî 9`ê Cozerdana 1398`an (30`ê Gulana 2019`an), Spaha Pasdaran hikûmeta Îranê, tiromibîlên rê çêkirinê bo bilindahiyên sînorî ên bajarê Şinoyê veguhastine.

Li gorî gotina çavkaniyeke agehdar di vê derheqê de Spaha Pasdaran, li bilindahiyên sînorî yên bajarê Şinoyê, rêyên nû lê dide.

Vê çavkaniya agedar zêde jî kiriye ku: Ev kiryara Spaha Pasdaran bo veguhastina bilez ya hêzên xwe bo ser sînoran e.

vê çavkaniyê wiha berdewam kir: Spaha Pasdaran bi hinceta pêşîgirtin ji hêzên Partiyên Kurd yên opozisyona hikûmeta Îranê, rewşek ewleh û awarte li deverê pêk aniye.

Her di vê derheqê de, roja Pêncşemî 9`ê Cozerdana 1398`an, Spaha Pasdaran dest bi veguhastina hêza leşkerî û çekên giran bo bilindahiyên çiyayê Şaho li bajarê Kamyaranê daye.

Hatiye bas kirin ku, Helîkopterên şer ên Spaha Pasdaran di heyama roja derbazbûyî de, bi awayê berdewam li ser bilindahiyên Şaho firîne.

Hemû salan di demsalên Bihar û Havînê de, Spaha Pasdarana hikûmeta Îranê, bi hinceta pêşîgirtin ji hêzên Partiyên Kurd yên opozisyona Hikûmeta Îranê, dest bi veguhastina hêzên leşkerî û çekên giran bo deverên coda yên Kurdistanê dide.