Şîrîn Îbadî: Reh û rîşeya pirsgirêkên Îranê di yasaya bingehîn de ne

17:02 - 23 Tîrmeh (Temûz) 2018
Ajansa Kurdpa: “Şîrîn Îbadî” Çalakvana Mafê Mirovan û hilgira xelata aştiyê ya “Nobel”ê, da xuyakirin ku, yasaya bingehîn ya Hikûmeta Îranê, bi dilxweşkirineke nezanane û baweriyeke korane ya xelkê di referandoma sala 1358`an de hatiye pejirandin.

“Şîrîn Îbadî”, di nivîsekê de ji bo rûpela “Dîdgah” ya nûçegihaniya “D.W” a beşa farsî derheqê yasaya bingehîn ya hikûmeta Îranê nivîsiye ku:

Bi çavlêkirineke kurt û bilez li yasayê bi başî dikarî şûnpiyê dagîrkariya fikirî di bingeha komara Îslamî de diyar bikî.

Esla çar ya yasayê dibêje ku: “Hemû yasayên medenî, dadwerî, aborî, îdarî, çandî, leşkerî, siyasî û …hwd, dibe li gorî biryarên yasayên îslamê bin”.

Herwisa navbirî nivîsiye ku: Hem Hêza Dadwerî, û hem jî Dezgeha Birêveberî û hem jî Dezgeha Yasadanînê, her sê di bindestê yasaya rêberê hikûmeta Îranê de ne, û her demî bixwze dikare destêverdanê tê de bike, û li gorî fikra şexsî a xwe, wan bi kar bîne, û îslam jî tenê di hebûna rêber de hatiye komkirin, û her welatekî din ku di bin vê yasayê debê îdarekirin,wê bigihîje binbestên siyasî, weke eva ku îro di Îranê de çê bûye.

Hilgira xelata aştiyê ya “Nobel” di nivîsa xwe de ewa jî zêde kiriye ku:

“Hemû bingehên yasayê li gorî mercên dijwar dikarî destkarî bikî, lê bingehên hemû wan yasayên ku li gora Îslamê û “Wilayeta Feqîh” hatine darêtin, nikarî destkarî bikî, û di yasaya bingehîn de hatiye ku ev bingehên ku tê de hatine, heta-hetayî ne, li gora benda 107 a yasaya bingehîn”.

“Şîrîn Îbadî” di dawiya vê nivîsê de gotiye ku: “Wisa xuya dike ku nivîserên vê yasayê li ser vê baweriyê bûne ku “barê xwar wê bigihîje malê”.

Hêjayê basê ye ku, ev çalakvana Mafê Mirovan di gotûbêja digel belavoka Amerîkayî ya “Beloomberg” de ji guhertina hikûmetê di Îranê piştevanî kiriye û gotiye ku:

Reform di hikûmeta Îranê de bê encam e, xelkê Îranê ji hikûmeta serdem a xwe gellek nerazî ne, û ev gihîştine cihekî ku dizanin ev sîstema nayê sererastkirin, û dibe bê guhertin.