Sipaha Pasdaran, gefa ji Herêma Kurdistan û Hizbên Kurdî dixwe

21:37 - 10 Tîrmeh (Temûz) 2019
Ajansa Kurdpa: Fermandeyê Biryargaha Hemeze a Sipaha Pasdaran, gef ji Herêma Kurdistanê û Hizbên Kurdî ên Kurdistana Îranê xwar.

Roja Çarşemî, 19`ê Pûşper, Pasdar Osanlû, fermandeyê Biryargaha Hemze a Sipaha Pasdaran, li civînek di bajarê Pîranşarê de, gefa tolhildanê ji Hizbên Kurdî xwar.

Roja Sêşemî, 18`ê Pûşperê, pêwendiyên Biryargeha Hemze, basa kuştina 3 kesên Biryargeha xwe di bajarê Pîranşare de kir.

Pêwendiyên giştî ên Biryargeha Hemze ragihandiye ku: 3 kes ji hêzên Biryargeha Hemze bi navên Hasil Ehmedî, Sitar Pîrotî û Omîd Melazade, hatine kuştinê û herwisa kesyek din jî birîndar bûye.

Ev gotinên fermandeyê Biryargeha Hemze, piştî hatina kuştin a 3 kes ji endamên Sipaha Pasdaran bûye û gotibû: Hizba Demokrat û Komele û dije şoreş, di nav axa Herêma Kurdistana Îraqê de, çavnihêriya tolhildana Komara Îslamî a Îranê bin, û ji îro piştre ve, bo jinavbirina wan demjimarî bikin.

Navbirî daye zaîn ku, ”berpirsên Herêma Kurdistanê, tawanbarê serekeyên wî karî ne, û dibe bersivê bidin, berê jî çend caran di wê warê de û perwerdehiya wan hêzan di Herêma Kurdistanê de, me agehdarî bi berpisên hikûmetê re daye”.

Ji aliyek din ve, çavkaniyek xwecehî li bajarê Ciwanro daye zanîn ku, endamek Sipaha Pasdaran bi navê “Mihemedxan Silêymanî Neseb” yê xelkê gundê “tawegoz” û rûniştiyê bajarê Ciwanroyê di şer û pevçûneke çekdarî de, hatiye kuştinê û 2 kes din ên endamên Sipaha Pasdaran bi navên “Layiq Seyîdî û Re`ûf Zari`î” birîndar bûne.

Ev şera li çiyayên “Bêwle” a girêdayî bajarê Ciwanroyê rû daye.