Silav Kurdistan-Mihemed Nezerî

15:33 - 11 Hezîran 2015
Unknown Author
Mihemed Nezerî

Silav ey Kurdistan! Silav Ey welatê efsane û mîtolojiyan! silav ey welatê di nava xwîn û agirde mayî!

Ey Kurdistan! evîndarê teme. Ez şehîdên di nava axa te de razanî, bi dil û can dihubînim û ji wan hez dikim.

Ji zinar û daristanên te ên birîndar bi gule û agirê wxînmijan, hezdikim. Ey kurdistan! bi min re bêje: Kîjan xiyanetkarî tu parçe parçe kirî? Min ra bêje: Destê qirêj û gemar yê kîjan dijminî ti welo xembar û çilmisî hiştî? Min re bêje: ey kevoka aşîtî û azadiyê! Destê pintû ê kîjan nêçîrvanî tu dîl û birîndar kirî, Ey Kurdistan! Em dê te ava bikin. Li ser xirabe û kaviliyên te em dê dîwarên qayîm û mayînde ava bikin, darên te yên tî av bidin, kaniyên te yên zuha bûyî, bi hêstirên çavên xwe pirr av bikin.

Em dê zincîrên dagirkeran biqetîn in û destên ehrîmenan qetbikin .Erê Kurdistan! emê te ava bikin. Hikûmetên tûtalîter hertim bi bihîstina navê Kurdistanê direcifin, ji ber ku baş fam kirine gelê Kurd tu car zincîrên koletiyê nexistiye stûyê xwe û koletiya wan nepejirandiyeû napejirîne jî. Ew her tim bi sivikatî mêzeyî gelê Kurd dikin û tu rêz û hurmetê bi wan re nagrin. Di dirêjahiya dîrokê de, desthilatdaran şûna avakirina Kurdistanê, saman û xezîneyên wê talan kirine û bi dizîn û şêlandinan re rûbirû hiştine. Tewahiya tarîxa Kurd û Kurdistanê pir li êş û nexweşî bûye û gelê kurd rojeke xweş bi xwe nedîtiye; tevî wam hemû bindestî, zordarî û neheqiyan, niha gelê Kurd hişayar bûye û rabûye ser nigan, çimkî wan fêm kiriye take rêya azadiyê û gihîştin bi armancên xwe, tenê dilxweşkirin bi alîkariyên biyaniyan nîne.

Gelê Kurd gihîştiye wê rastiyê ku yeke rêya serkeftina neteweya Kurd, hevdilî û yekrêzî ye. Tenê yekgirtin dê bikare gelê Kurd bihêz bike da kanibe mafên xwe ji zordaran bistîne. Kurdistan tenê dê bi destê Kurd rizgar bibe; herdestekî din bixwaza xwe tvlî we meselê bike, dê kurdan bo gihîştin bi armanc û azadiya wan bê hêvî bihêle. Belê em dê Kurdistanê rizgar bikin û bo gihîştin bi wê armancê jî her astengî û kelemên pêşiya xwe emê ji holê rakin.

Ey Kurdistan alxayîn be! azadî û serbestiya te nêz bûye. Xort û ciwanên te tu car nahêlin, xwîna şahîdan bê binpêkirin. Belkî ez û rêhevalên xwe wê rojê nebîn in. Lê bi yeqîn bizanibe ku ev roj yê bê da çavên tu dayîkan rondik û hêstiran bi xwe nebîn in.

Rojek yê bê ku dengê çi bilbilan xemgîn nebe; vê rojê şûna bêhna barût û gulleyan, bêhna çîçek û nergisan dê herkesî sermest û matmayî bihêle. Ez bi dil û can pêbawer im ku ciwanên têkoşer ên Kurd dê bikaribin zor bi başî dara azadiyê ku bi xwîna hezaran şehîd hatiye avdan ,lê xwedî derkevin. Nahêlin bê çilmisandin; em dê destên dagirkeran ji hişikirina reh û koka wê darê qut bikin.

Bi hêviya vê rojê…

Nivîsa han, nerîna nivîskar bi xwe ye û ajansa Kurdpa jê berpirsiyar nine.