Sî hespên kasibkaran hatin kuştin

16:28 - 28 Tîrmeh (Temûz) 2019
Ajansa Kurdpa: Sî hespên kasibkaran, bi gulereşandina hêzên leşkerî ên hikûmetê li ser bilindahiya çiayê Kêleşînê, hatin kuştin.

Li gorî rapora ku gehiştiye Ajansa Nûçegihaniya “Kurdpa”yê, roja Şemî 5`ê Gelawêjê, hêzên leşkerî ên hikûmetê li bilindahiya çiyayê Kêleşîn a girêdayî bajarê Şinoyê, hejmarek li kasibkarên Kurd kiriene armanca teqeyên xwe û di encamê de 30 hespên kasibkaran kuştin.

Hêzên leşkerî piştî kuştina hespên kasikaran dest bi ser tiştên kasibkaran de girtine û laşên hespên wan kasibkaran her di wir bi cih hêlane.

Her di vê pêwendiyê de berê jî, Encûmena Pajîn a bajarê Bane, bi bertek nîşan dana jinavbirina hespên kasibkaran ku ji aliyê hêzên leşkerî ên hikûmetê ve têne kuştin, daxwaza raftarên yasayî digel tawanbarên kuştina hespên barhilgir ên kasibkaran di Kurdistanê de kir.