Sêyemîn roja gireva mamostayan berdewame

20:33 - 5 Adar 2019
Ajansa Kurdpa: Gireva mamostayên xwendingehan, bo cîbicîkirina daxwaziyên wan berdewam e.

Li gorî nûçeya ku gihîştiye Ajansa Nûçegihaniya “Kurdpa”yê, îro Sêşemî 14`ê Reşemeh(5`ê Adar)`ê, gireva seranserî ya mamosteyên xwendingehên Kurdistan û Îran, bo bi destveanîna daxwaziyên xwe,derbazî roja sêyemîn a xwe dibin.

Nûçegihanê “Kurdpa”yê, di raporta xwe de ragehandiye ku, mamostayên bajarên wekî, Seqiz, Merîwan, Bokan, Sine, Sunqûr, Dêolan û Kirmaşan, bo destveanîna daxwaziyên xwe girevên xwe berdewam dikin.

Nûçegihanê “Kurdpa”yê pêka gotina çavkaniyeke agehdar ragehand, îdareya Perwerde û Hînkirinê ya li Kurdistanê, mamostayên ku di vê girevê de beşdarin, xistine bin givaşan deda ku dawiyî bi girevên xwe bînin.

Li gorî çavkaniyan, îdareya Perwerde û Hînkirinê, ji mamostayan re wiha gotine, tu bersiveke pozitîv ji gireva we re nadin.

Li roja Yekşemî 12`ê Reşemehê, mamostayan li Kurdistan û Îranê, di girevê de ne, û Wezareta Perwerde û Hînkarinê heya niha, tu dijkiryarek di vê derheqê de tunebû ye.