Şeşmîn rêûresma kulturî û hunerî a neteweya Kurd hate lidarxsitin

20:38 - 10 Kanûna pêşîn 2017
Ajansa Kurdpa: Şeşmîn rêûresma çand û hunerî a Kurd, di bajarê Merîwanê de bi beşdariya hunermenên Kurd hate lidarxsitin.

Roja 18`ê Sermawêza 1396`an, di bajarê Merîwanê de bi beşdariya hunermendên Kurd, rêûresmek li jêr navê geşekirina çand û hunera neteweya Kurd bi rê ve çû.

Ev rêûresma di hola Zagros a bajarê Merîwanê de hate lidarxisitin, ku tê de hunermendên bajarên Kirmaşan, Îlam, Mehabad, Silêmanî, Hewraman û Merîwanê bi armanca geşepêdan bi çand û kultura neteweya Kurd beşdarî kiribûn.

Di aliyekî din a vê rêûresmê de, hunermendên Kurd, beşek ji çand û huner û kultura deverên xwe ji beşdarên vê rêûresmê re nîşan dan.