Serkeftina HDP di Agirî re derbas dibe

21:08 - 20 Nîsan 2015
Unknown Author
Dawûd Çîçek

Dema ku mirov navê Agirî dibihîse yekser serhildana Agiriyê û navê Dr. Ihsan Nûrî Paşa tê bîra mirovan, dema ku mirov dibêje Agirî geliyê Zîlan tê bîra mirov, hovîtiya dewleta Tirkiyê û zulm û zordestiya faşistan tê bîra mirov. Çapemeniyên Tirkiyê hîna di sala 1930`an li ser rupelê xwe a yekem nivîsandibûn ku (Kurdistana Xeyalî li vê derê veşartiye) ku behsa Agirî dikirin. Belê car din dewleta Tirk xwest ji Agiriyê destpê bike.

Di vê demê de ku Kurd roj bi roj nêzî serkeftinê dibin û cara yekemîn di dîroka Tirkiyê wê Kurd bi awayekî fermî û weku Partî beşdarî di hilbijartinên komara Tirkiyê de bikin lê çavê Tirkên faşîst libar nabe ku Kurd bi awayekî bihêz nûnertiya xwe di parlemantoya Tirkiyê de bikin, hemû fen û lîstokan û provakasyonan dikin ku car din li ser pişta Kurdan û bi dengê Kurdan desthilata xwe û dîktatoriyeta xwe bidomînin.

Hilbijartinên vê carê ya komara Tirkiyê ji bo Partiya Demoktrasiya Gelan HDP û ji bo gelê Kurd li bakûrê Kurdistanê gelekî dîrokî ne . ji bo çarenivîsa gelê Kurd gelekî giringe. Biserketina HDP weku partî di hilbijartinên vê carê de wê pêşî li imha û tunekirin û înkarkirin û komkujiyan bigre, wê pêvajoya çareseriya pirsa Kurd leztir bike û gelê Kurd zêdetir xwedî li mafên xwe derkeve.

Ji aliyekî dinê ve jî serkeftina HDP di vê hilbijartinan de ewê serhildana gelê Kurd ya 29`mîn bighîne serkeftinê , şerê 40 salî ku bi qehremantiya bihezaran genc û qîzên Kurd heya îro anî divê ev mîrasa mezin hedir neçe û bi serkeftina proseya hilbijartinê ev maf bête berceste kirin ev erkê hanê jî li ser pişta gelê Kurd e li bakûrê Kurdistanê.

Serkeftina HDP`ê di hilbijartinên 7 hezîranê de wê bibe qonaxek dîrokî û werçerxanek di têkoşîna rizgariya netewî ya Kurd e, êdî ev têkoşîn bi dengên mirovan biser dikeve. Ji ber vê jî her dengek ji bo HDP nirxekî wê yê gelekî giranbuha heye, ez bang li her kurdekî dikim ku dengê xwe bikar bîne û ev deng jî ji bo HDP be.

Serkeftina HDP, serkeftina Kobanê, serkeftina Kerkûk û Şengalê, serkeftina Rojava û başûr û Rojhilate,  serkeftina şerê Pêşmerge, Gerîla YPG û YPJ`ê, serkeftina îradeya gelê Kurd e li hemberî terorê ye, serkeftina HDP`ê binkeftina DAIŞ`ê ye.

Ji bo valaderxistina hemû provakasyonên  dewleta Tirk û bi hişyarî tevgerîn divê weku çawa provakasyona Agirî yê hate vala derxistin bi heman hişyarî û fedekariyê û bi rihê Agiriyê gelê Kurd biçe ser sindoqên dengdanê û raya xwe bide HDP`ê.

Belê bi dîtina min bûyerên Agiriyê imtîhanek bû ji bo HDP û bi serkeftî ew provakasyona mezin derbas kir û nehêşt ew bûyere bibe sedema têkçûna pêvajoya çareseriyê û aştiyê, ji bo wê jî dibêjim serkeftina HDP di Agirî re derbas dibe û ala HDP wê ne tenê li Kurdistanê belku li tevahiya Tirkiyê bête hildan û bibe mînaka demokrasî û biratî û pêkvejiyanê û gelê Kurd bighîje armancên xwe ji bo azadî û serfiraziyê.
Nerînên nivîskar dîtingeha ajansa nûçegihanê Kurdpa nîne.