Serbazekî Kurd dawî bi jiyana xwe anî

14:27 - 2 Nîsan 2019
Ajansa Kurdpa: Serbazekî Kurd yê xelkê bajarê Seqizê li yek ji binkeyên Artêşa Îranê, li bajarê Urmiyê dawî bi jiyana xwe anî.

Li gorî nûçeya ku gihîştiye Ajansa Nûçegihaniya “Kurdpa”yê, roja Înê 9`ê Xakelêweyê, serbazê Kurd yê bi navê “Mizefer Xweş Qişlaqî” kurê Rehman û xelkê bajarê Seqizê, di yek ji binkeyên leşkerî yên hikûmeta Îranê li bajarê Urmiyê dawî bi jiyana xwe anî.

Li gorî gotina vê çavkaniya agehdar, ev serbazê Kurd bi sebeba xemûkî û arîşeyên malbatî dest bi xwekujiyê daye.

Zêdebûna arîşeyên civakî, wekî bizorê birina ciwanan bo dewra serbazî û herwisa rewşa xirab a siyasî û aboriya Îranê, wekî serekîtirîn arîşeyên zêdebûna diyardeya xwekujiya serbazan tê hesbandin.