Serbazekî Kurd bi 15 sal heps hat ceza dan

20:30 - 2 Adar 2019
Ajansa Kurdpa: Serbazekî Kurd xelkê bajarê Merîwan, ji aliyê dadgehek leşkerî ya bajarê Merîwanê, bi 15 sal heps hat cezakirin, û bo girtîgeha bajarê “Bender Ebasê” hatiye veguhastin.

Li gorî raporên ku gihîştine Ajansa Nûçegihaniya “Kurdpa”yê, “Tehsîn Pîrozî” temen 20 sal, û kurê “Te`ilîm”, xelkê gundê “Serdoş” a girêdayî bajarê Merîwanê, ji aliyê dadgeha leşkerî, ya bajarê Merîwanê bi 15 sal heps hat cezakirin, û bo girtigeha bajarê Bender Ebasê hate veguhastin.

Cezadana wî serbazê Kurd yê bajarê Merîwan, bi amade bûna parêzerê ku jêre hatibû diyarîkirin hatiye dan, navbirî lihemberî wê cezayî nerazîbûna xwe nîşan dan.

Dadgeha Leşkerî ya bajarê Merîwanê, ew serbazê Kurd bi tawana “sîxorîkirin bo yek ji Partiyên Kurd yên li dijî hikûmeta Îranê” hatiye cezakirin.

Herwisa ev serbazê Kurd ku, di binkeya serbazî ya gundê “Serdoşê” ya girêdayê bajarê Merîwanê mejûlê birêvebirina wezîfeya serbazî bûye, û ji rêkefta 24`ê Xezelwer a îsal ji aliyê hêzên îtila`ata Spaha Pasdaran, bi tawana “alîkarîkirina di gel yek ji partiyên Kurd yên opozisyona hikûmeta Îranê” hatibû desteser kirin, û bo lêkolînê, bo girtîgeha wê îdareyê hatibû veguhastin.

Herwisa niha, Tehsîn pîrozî, di girtîgeha bajarê Merîwanê de, çavnihêrê biryara dawiyî ya dadgehê ye.

,