Semînarek bo parastina jiyana Pilingan li Îlamê

15:53 - 3 Gulan 2015
Ajansa Kurdpa: Encûmeneke sivîl li Îlamê 3`emîn civîna xwe bi mijara ku pilingên Zagrosê tên birandin (nabûd kirin), lidar xist.

Li gor rapora ajansa nûçegihaniya Kurdpa, dawiya hefteya borî bajarê Îlama Rojhilatê Kurdistanê, malovan (mîzban) iya semînarekê jêr navê “Hanayê Pelengê Zagros”(alîkariya pilingê zagros) ji bajarên Dereşehr, Îlam, Abdanan, Sine, Hemedan û Şîrwan Çerdawil kir.

Di wê semînarê de rewşa pilingên Zagrosê yên ku dişibihin pisîkan û wek bezatrîn ajel tên hejmartin, nîqaş liser hatin kirin.

Ew civîn ku ji aliyê hezkiriyên jiyana ajalên hov ve hatibûn lidarxstin, li wir qala vê yekê jî hat kirin: Hekî tedbîrên pêwîst neyên girtin; darstanên Zagrosê neyên parastin, nêçîr kontrol nebin û av û hewayên paqij bên qirêj û gemarî kirin, wê demê ne tenê pilingên wê deverê, belkê ajalêm din jî dê bibir in.

\"26301.jpg\"
Baqir Rehmanî çalakvanê sivîl derbareya jinavbirin û qirkirina ajelan hişdarî dan
Çalakvanê medenî Baqir Rehmanî di hevpeyvîneke telefonî ligel ajansa Kurdpa tevî amaje kirin bi xetereya jinavçûna cûreyên ajalên hov, ragihand: Tevlîhevkirina sîstema xwerekî û kêmbûna kel, bizin û beranan, Pilingên Zegrosê neçar kirine da nêzî gundan bijîn ku ev yek hêcetek bo nîçîrkirina wan ajelan tê destnîşan kirin.

Di wan salên dawî de pilingên ciwan yên zagrosê ji aliyê xelkên deverê ve tên kuştin. Beriya niha bi du hefteyan şiwanekî li bajarê Îywana Îlamê, pilingek kuşt ku vê yekê bertekdana torên civakî û hezkiriyên xweza û ekolojî bi pey xwe hişt.

\"26300.jpg\"
Wî endamê Encûmena Çîyavanî (kûhneverdî) ya Îlamê di berdewamiya axaftina xwe de bilêv kir: Tevahiya xerc û mizaxtina wan civîn û semînarên li ser parastina jîngeh û jiyana ajalên hov, bi stûyê xelkên deverê ye.

Di dawiyê de Baqir Rehmanî, agahdarkirina xelkê û belavkirina çanda parastina xweza û jiyana ajelan, herwiha alîkariya aliyên Dewletî bo destek kirina wê helmetê, ji armancên sereke yên semînara Îlamê da zanîn.

Piştî bi dawîhatina civînê, 80 kes ji çiyavanan heya cihê ku piling ji wir hatî kuştin meşiyan.

\"26298.jpg\"

\"26299.jpg\"

\"26296.jpg\"

\"26297.jpg\"