Sê welatiyên Kurd di bajarên Ciwanro, Şino û kamiyaranê de hatine desteserkirin

21:12 - 27 Hezîran 2019
Ajansa Kurdpa: Sê welatiyên Kurd yên xelkê bajarên Ciwanro, Şino û kamiyaran, ji aliyê hêzên îtla`atê ve hatine desteserkirin û bo cihekî nexûya hatine veguhastin.

Lo gorî rapora ku gihîştiye Ajansa Nûçegihaniya “Kurdpa”yê, li çend rojên derbasbûyî de, welatiyek Kurd yê bi navê “Ferdîn Mihemedzade” xelkê gundê “Deleyîlî” a girêdayî bajarê Ciwanro, ji aliyê hêzên îtla`atê ve, bi sedemekî nexûya, hatiye desteserkirin û bo cihekî nexûya hatiye veguhastin.

Hêzên îtila`atê, piştî vekolîna mala wî welatyê Kurd, navbirî desteser kirine.

Herwisa roja Çarşemî 5`ê Pûşperê, hêzên îtila`atê di dergeha destpêkî ya bajarê Şinoyê de, welatiyek Kurd yê bi navê “Îsa Reşozade” xelkê devera Deştebêl a wî bajarî desteserkirin û bo cihekî nexûya veguhastin. heya dema weşana vê nûçeyê, tu agehdariyek di derheq qedera wî welatiyê Kurd de, ji berdest de nîne.

Ji aliyek din ve, roja Çaremî 5`ê Pûşperê, hêzên îtila`atê, piştî êrîşkirin li ser mala welatiyek Kurd yê bi navê “Minet Rehmanî” xelkê gundê Lon Sadat a bajarê Kamiyaranê û piştî desteserkirina wî, navbirî bo cihekî nexûua veguhastin.

Hêzên Îtila`atê li dema desteserkirina wî welatiyê Kurd, bi bê hebûna belgeya yasayî, dest avêtine bi vekolîna mala navbirî.

Ew welatiyê Kurd, di heyama yek sala derbasbûyî de, wek mamosteyê zimanê Kurdî, mijûlî hînkirina zimanê Kurdî di gundên Kamiyaranê de bûye.

Her di vê pêwendiyê de, êvareya roja Sêşemî 4`ê Pûşperê, welatiyekî xelkê bajarê Şino yê bi navê “Rehîm Erşedî” ji aliyê hêzên îtila`atê ve hitiye desteserkirin û bo cihekî nexûya veguhastine.

Herwisa roja Çarşemî 5`ê Pûşperê, welatiyek Kurd yê bi navê “Hêmin Bayzîdî” xelkê bajarê Şinoyê ji aliyê hêzên îtila`ata Sipaha Pasdaran ve, hatiye desteserkirin.