Sê welatiyên Kurd bo girtîgeha navendî ya bajarê Sine hatine gazîkirin

21:04 - 29 Hezîran 2019
Ajansa Kurdpa: Sê welatiyên Kurd ên xelkên bajarê Sinê, bo derbaskirina cezayên xwe, dibe xwe bi girtîgeha navendî ya wî bajarî bidine naskirin.

Li gorî rapora ku gihîştiye Ajansa Nûçegihaniya “Kurdpa”yê, Sê welatiyên Kurd yên bi navên “Emîr Rezayî” kurê Cemîl û “Sîrwan Erxewanî” kurê Xudakerem û “Ferzad Sadiqî” kurê Hebîb, ên xelkên gundê Tengîser a girêdayî bajarê Sine, dibe bo lidar xistina cezayên xwe, xwe bi girtîgeha navendî a bajarê Sinê bidine naskirin.

Çavkaniyeke agehdar di vê pêwendiyê de ji Ajansa Nûçegihaniya “Kurdpa” re ragihandiye ku, ew sê welatiyên Kurd, li çend rojên bê de, dibe serdana para birêveberiya tawanên dadgeha şoreşî ya bajarê Sinê bikin û piştre jî bo girtîgeha navendî ya wî bajarî têne veguhastin.

Ev Sê welatiyên Kurd, li 4`ê Pûşpera 1397`an, bo îdareya îtila`ata bajarê Sinê hatibûne gazîkirin û piştî Du mehan desteserî û piştî dawî hatina lêkolînê, bi danîna Barmite, bi awayekî demkî hatine azadkirin.

Ev Sê welatiyên Kurd, piştre her yek ji wan, bi tohmeta “alîkarîkirin digel yek ji Partiyên Kurd ên dijî hikûmeta Îranê” ji aliyê dadgeha şoreşî ya bajarê Sinê ve, bi salek hepisa te`izîrî hatibûne cezakirin û piştî nerazîbûnên wan bi wê cezayê, cezayê her yek jiwan bi Pênc meh hepsiya te`izîrî kêm kirin.