Sê hevwelatiyên Kurd li bajarê Kamyaranê hatine desteser kirin

14:46 - 23 Nîsan 2019
Ajansa Kurdpa: Sê hevwelatiyên Kurd yên xelkê bajarê Kamyaranê hatine desteserkirin û bo ciheke nediyar hatine veguhastin.

Li gorî nûçeya ku gihîştiye Ajansa Nûçegihaniya “Kurdpa”yê, di heyama çend rojên derbazbûyî de, hêzên îtila`atê êrîşî ser malên 3`ê hevwelatiyên Kurd li bajarê Kamyaranê kirine û ev desteserkirine.

Nasnameya du ji van sê hevwelatiyên Kurd yên hatinî desteserkirin, “Xalid Zemanî, Mehdî Qubadî” hatiye ragrehandin.

Pêka gotina vê çavkaniya agehdar di vê derheqê de, hêzên îtila`atê bi bê radestkirina destûra dadgehê êrîşî ser malên van sê hevwelatiyên Kurd kirine û ev desteserekirine.

Heya belavbûna vê nûçeyê, derheq sedem û cihê xwedîkirina van sê hevwelatiyên Kurd tu zanyaryek bedrest nine.