Sê hevwelatiyên Kurd bo îdareya Îtila`atê hatine gazîkirin

21:57 - 7 Gulan 2019
Ajansa Kurdpa: Sê hevwelatiyên Kurd yên xelkê gundê Tengîserê bo îdareya îtila`ata bajarê Sine hatine gazîkirin.

Li gorî nûçeya ku gihîştiye Ajansa Nûçegihaniya “Kurdpa”yê, roja Duşemî 16`ê Banemerê, sê hevwelatiyên bi navên Selman Ebdî, Eyob û Arman Ehmedî, xelkê gundê Tengîser a girêdaiy devera Jawaroya ser bi bajarê Sine bo îdareya îtila`ata wî bajarî hatine gazîkirin û lêpirsîn ji van kirine.

Ev sê hevwelatiyên Kurd bo heyama çendîn demjmêran ji aliyê hêzên îtila`atê ve lêpirsîn ji van hatiye kirin, û Selman Ebdî jî endamê şêvra gundê Tengîserê ye.

Heya belavbûna vê nûçeyê Sedema gazîkirina van sê hevwelatiyên Kurd bo vê îdareyê nehatiye zelalkirin.