Sê hepisiyên Kurd hatin daliqandin

20:00 - 11 Adar 2019
Ajansa Kurdpa: Sê hepisiyên Kurd li girtîgeha bajarê Urmiyê hatin bidar vekirin.

Li gorî rapora ku gihîştiye Ajansa Nûçegihaniya “Kurdpa”yê, roja Duşemî 20`ê Reşemeh(11`ê Adar)`ê, sê girtiyên Kurd, yên bi navên “Xelîl Salihî” kurê Husên û xelkê devera “Şipîran” a giridayî bajarê Selmasê, û “Husên Rehîmî” kurê Hebîb, xelkê bajarê Bokanê û “Nacî Omerzade” kurê Hecî Omer û xelkê gundê “Kenîsî” ya devera SomaûBiradust a girêdayê bajara Urmiyê, li girtîgeha bajarê Urmiyê, hatine îdamkirin.

Ew sê hepsiyên Kurd roja Yekşemî 19`ê Reşemeh(10`ê Adar)`ê li benda girtîgehê ya asayî, bo Odeya takekesî hatibûne veguhastin.

Cezaya wan sê girtiyên Kurd roja Duşemî 20`ê Reşemeh(11`ê Adar)`ê, li girtîgeha Navendî ya bajarê Urmiyê ,hatibû cîbicî kirin.

“Xelîl Salihî” 8 sal û “Husên Rehîmî” 11 sal û “Nacî Omerzade” jî,10 sal bûn ku, bi tohmeta “Kuştina bizanebûn”, di girtîgeha Navend ya bajarê Urmiyê de hepsî bûn.