Sê hemwelatiyê Belûç di girtîgeha Bîrcendê de hatine darvekirin

17:04 - 21 Kanûna pêşîn 2016
Ajansa Kurdpa: Li gor nûçeyên belav bûne, 3 girtiyên Belûç ku bi tawana kirîn û firotina madeyên hişbir hatibûne destbiser kirin, di girtîgeha Bîrcend de hatine darvekirin.

Herwiha li gor agahiyên belav bûne, çalakên mafê mirovan di Îranê de, dane zanîn ku sê hemwelatiyên Belûç bi tawana kirîn û firotina madeyên hişber, di girtîgeha Bîrcend di Parêzgeha Xurasana Başûr de hatine darvekirin.

Nasnamye du kesên ku hatine darvekirin wiha ye: “Ellah Nûr Derûnperwer û Nasir Birahûyî” ye.

Heyanî dema darvekirina wan hemwelatiyan, ew hemwelatiyene, bona odeya takekesî “Benda 105” hatibûn şandin.

Hêjayî behsê ye ku heyanî niha tu ragihandineke dewleta Îranê ev yeke belav nekiriye. Bîrcend navenda Parêzgeha Xurasana Başûr e.

Heyanî niha gellek girtî di girtîgehên Îranê de, li benda darvekirinê ne, ku rastî îşkence û lêdanê tên, herwiha dewleta Yazdem piştî hatina ser hukm, hejmara hukmên darvekirinê, ne ku kêm nekirine, belku zêdetir jî kirine, û Komara Îslamî ya Îranê serbarê hişdariyên nawendên mafê mirovan, berdewam e li ser binpêkirina ysayên navneteweyî ên derheq parastina mafê mirovan.