Sê endamên malbatekê hatine kuştin

21:14 - 10 Adar 2019
Ajansa Kurdpa: Hevwelatiyekî Kurdê xelkê bajarê “Melikişan” a girêdayê parêzgeha Îlamê, bi sedema arîşeyên civakî, sê endamên malbatekê kuştin.

Li gorî rapora ku gihîştiye Ajansa Nûçegihaniya “Kurdpa”yê, roja Şemî 18`ê Reşemeh(9`ê Adar)`ê “Mêhdî Bawilikî” xelkê bajarê Melikişan, a girêdayî parêzgeha Îlamê, 3 ê kes ji endamên malbatekê, yên li wî bajarî kuştin.

Li gorî vê çavkaniyê, keçika wê malbatê ya bi navê “Kewser” li gel bavê xwe “Nasir Baziyar” û biray xwe “Yezdan Baziyar” tên kuştin.

herwisa “Mêhdî Bawilikî” piştî nedana keçikê, û bersiva nerênî ji aliyê malbata keçikê verdigere, û li destpêkê Kewserê dikuje û piştî zivrîna bav û birayê wê keçikê, li çandiniyê, wan jî dikuje.

Mêhdî Bawilikî piştî kuştina wan 3 endamên wê malbatê, hatiye desteserkirin.