Sê ciwanên Kurd hatin desteserkirin

17:22 - 25 Gulan 2019
Ajansa Kurdpa: 3ê Ciwanên Kurd yên xelkên bajarê Sine, ji aliyê hêzên îtila`ata hikûmeta Îranê ve hatine desteserkirin û bo cihekî nexuya veguhastin.

Li gorî nûçeya ku gihîştiye Ajansa Nûçegihaniya “Kurdpa”yê, çend rojan berî niha, 3`ê ciwanên Kurd yên bi navên “Davod Ehmedî, Selah Sa`idî, û Heyder Sa`idî” xelkên gundê Gavere ya girêdayî bajarê Sine, ji aliyê hêzên îtila`ata hikûmeta Îranê ve hatine desteserkirin û bo cihekî nediyar veguhastine.

Li gorî çavkaniyekî agehdar, hêzên îtila`atê bi bê hebûna destûra dadgehê ew 3`ê ciwanên Kurd desteserkirine.

Vê çavkaniyê daye xuyakirin, li derheq çarenivîsa wan 3`ê ciwanên Kurd yên hatinî desteserkirin, tu zaniyariyek li ber dest nîne.

Heya belavbûna vê nûçeyê, derheq sedema desteserkirina wan 3`ê welatiyên Kurd tu zaniyariyeke zelal li ber dest nine.

Her di vê derheqê de, roja Pêncşemî, 2`ê Cozerdana 1398`an(23`ê Gulana 2019`an), sê çalakvanên medenî yên Kurd yên bi navên “Êdrîs Minberî, Zehra Mihemedî û Rêbwar Minberî”, xelkê bajarê Sine, ji aliyê hêzên îtila`ata hikûmeta Îranê ve hatine desteserkirin.

Ew 3 çalakvanên medenî ku endamên Encûmena Kultûrî û Civakî ya “Nojîn” bûne, û bi bê hebûna destûra dadgehê ew desteserkirin e.