Sê çalakvanên Kurd hatin desteserkirin

15:46 - 24 Gulan 2019
Ajansa Kurdpa: Sê çalakvanên medenî yên Kurd yên xelkê bajarê Sine û endamên Encûmena Kultûrî û Civakî ya bi navê “Nojîn”, ji aliyê hêzên îtila`ata hikûmeta Îranê ve hatine desteserkirin.

Li gorî nûçeya gihîştî Ajansa Nûçegihaniya “Kurdpa”yê, roja Pêncşemî, 2`ê Cozerdana 1398`an(23`ê Gulana 2019`an), sê çalakvanên medenî yên Kurd yên bi navên “Êdrîs Minberî, Zehra Mihemedî û Rêbwar Minberî”, xelkê bajarê Sine, ji aliyê hêzên îtila`ata hikûmeta Îranê hatine desteserkirin.

Ev sê çalakvanên medenî yên Kurd piştî desteserkirinê, bo cihekî nediyar veguhastine û çarenivîsa van nezelale.

Encûmena Kultûrî û Civakî ya binavê “Nozîn” nûçeya desteserkirina van sê endamên xwe di torên civakî de, erêkiriye û desteserkirina van şermezarkirine.

Heya belavbûna vê nûçeyê, sedem yan sedemên desteserkirina van sê çalakvanên medenî yên Kurd tu zanyariyek ber dest nine.