Rojhilat şerê birakûjiyê ji PKK’ê qebûl nake

14:48 - 10 Hezîran 2015
Unknown Author
Hawar Baziyan

Hertim hinek nîgeranî di hindurê her Kurdek Rojhilatî de hebûye ku nebe ev siyasetên PKK’ê bo Başûr û Rojava li Rojhilata Kurdistanê jî bêne dubare kirin. Hevdem Kurd di Rojhilata Kurdistanê de ku para dawî ye, hêj negehiştiye azadî û rizgariyê, û hertim sozek bo gerîlayan hebûye ku peyama rizgariya netewî hilgirtiye, lê bûyerên çend rojên derbazbûyî û şer û pevçûnên PKK’ê û hêzeke PDKÎ li ser sînorên Rojhilat û Başûr ku kuştî û birîndar lê ketin, mijûl e ku zirarê digehîne vê boçûnê, û nîgeraniyeke rewa hemû Kurdan bitaybetî li Rojhilata Kurdistanê digire.

1-Nîgeraniya herî mezin

Ev bûyera han ji aliyê PDKÎ ve tiştekî çaverêkirî bû, û ji mêjve bû ku PDKÎ li ser vê baweriyê bû ku PKK dev ji destêverdana di nava karûbarên parçeyên din berdaye, lê eva ku balkêş e cur û dema rûdawê ye. PDKÎ ku bo cara yekemîn e ku bi eşkere dikeve ber taqîkariyeke siyasetên PKK li Rojhilata Kurdistanê, amade nabe ku di hemeberî xwastekên vê hêzê de serî bitewîne, ku daxwazê dike Hêzên Demokrat herêmên Kêleşîn, Seqer û Xinêrê wala bikin.

PDKÎ li ser vê baweriyê ye ku, hekî niha li derheq herêmên Rojhilata Kurdistanê helwêstek tund tunebe, renge di pêşerojê de gellek zehmet û dijvar be ku bikare xwe ji destên pawanxwaziyên PKK derbaz bike, lewma tê çavnihêrîkirin ku Partiya Demokrat di hemberî vê bûyerê de ku bi awayekî fermî di daxuyaniyekê de wekî şerfiroşiya PKK bi nav kiriye, helwêsteke tund hebe. Ya cihê nîgeraniyê ev e ku PKK jî li ser vê baweriyê ye ku dibe her niha bêje hêzên Rojhilata Kurdisatnê ku “Kurdistanê sînor tunînin, û em hemû cihekî bi qada xebata xwe dizanin”. Hekî ev cudahiya mezin niha jî agirê şer xweş neke, bê guman wê berdewam sîberê bixe ser aliyê siyasî yê Kurd di Rojhilat de.

2-Gumana yekdestbûna PKK’e û Komara Îslamî tê kirin

Vegeriyana pêşmergên Demokrat bo navxwe ya Rojhilata Kurdistanê rasterast piştî aloziyên Mihabadê (Piştî can jidestdana keçekê li encama hewlên destdirêjiya karmendek ewlehiyê) bû ku çavnihêrî dihat kirin ku hêzên Rojhilat û bitaybetî demokrat, di çend çalakiyan de helwêsta wan hebe.

Komara Îslamî ya Îranê di navxwe de heya niha jî mijûlî girtina xelkê û çavedêrîkirina çalakiyên wan û her cure liv û tevgereke wan e. Hevdem îsal Komara Îslamî pitir ji her demekê mijûlî kêşeyên navxweyî û derekî ye, her ji têkiliyên bi şerê DAÎŞ li Îraqê re bigre heya digihîje Hûsiyan li Yemenê, rewşa Sûriyê û pirograma navkikî ku dîsan ber bi bêencamiyê ve diçe. Lewra PDKÎ ji zimanê cihgirê sekreterê giştî yê partiya xwe ve naveşêre ku “ji me re eşkere bûye ku curek hevahengî di navbera PKK’e û Spaha Pasdaran de heye”, da ku di herêmê de astengiyan bixin ser rêya çalakiyên pêşmerge, û hevdem bas ji belavkirina hêzên Spaha Pasdaran di heman herêmê de tê kirin. Ev gotin û boçûnên han nabe asayî û bêkêşe bêne şirovekirin.

3-Hêzên Rojhilat yekdeng in

Piraniya partî û aliyên siyasî û sereke ên Rojhilata Kurdistanê ji vê nîgeraniya PDKÎ têdigîjin, û ew jî hest bi metirsiya zêdexwaziya PKK’ê li Rojhilata Kurdistanê dikin. Her hemû jî çi çep, çi Îslamî û çi jî Îlmanî, PKK’ê bi tundî rexne dikin. PKK’ê “Partiya Çareseriya Demokratîk” bo Başûr û “Partiya Yekîtiya Demokratîk” bo Rojava heye, û bo Rojhilata Kurdistanê jî “Civaka Demokratîk û Azad a Rojhilat (Kodar)” heye, ku her hema PJAK bû, û weke nûnerê PKK’ê di Rojhilat de kar dikir. Lewra Rojhilatî ji vê yekê nîgeran in ku îro PKK xwe bisepîne bi ser Kurdan di Rojhilata Kurdistanê de.

Nivîsa han, nerîna nivîskar bi xwe ye û ajansa Kurdpa jê berpirsiyar nine.