"Rikberiya" li welatên dagîrker jî nîjadperest e!

14:48 - 28 Şibat 2013
Unknown Author
Cemal Batun

Tevgera rizgarîxwaz a Kurdistanê di têkoşîna azadiya welatê xwe de ne tenê bi desthilatên welatên dagîrker re, herweha li gel ”rikberiya” siyasî yan welatên dagîrker re jî di nav gengeşiyek tund de ye.

Ev rastî ji bo her çar perçeyên Kurdistanê jî derbas dibe. Ger mirov li rewsa ”rikberiya” siyasî li welatên dagîrkerên Kurdistanê temaşe bike, dibîne ku ew bi her awayî dixwazin rê li ber maf û destkeftiyan li pêş tevgera Kurd, civata Kurd, welatê Kurdistanê bigrin. Ev yek herweha ji me re nîsan dide ku mixabin: ”rikberiya” li van welatan ne-demokrat, ne nûjen, ne pêşkeftî, lê berevajî: statukoparêz, paşkeftî, tûndre û nîjadperest e!

Li Iraqê di dema diktatoriya dirinde ya Saddam de, navenda rikberiya siyasî li dij rejîma Bexdayê ji alî tevgera rizgarîxwaz a Kurd ve dihate birêvebirin. Barzanî û Talabanî – serokatiya rikberiya demokratîk, azadîxwaz hemberê Bexdayê birêve dibirin. Gava Kurdistan di sala 1991an de ji bin nîrê desthilata Bexdayê rizgar bû, Herêma Kurdistanê bû navenda ”rikberiya” Iraqê bi tevayî. Lîderên îro li Bexdayê: Malikî, Elawî û h w d. li Kurdistanê di bin parastina Kurdistanê de karîn ”xebata” xwe li dij diktatoriya Saddam organize bikin. Wê demê evê rikberiyê daxwazên Kurdan ji bo pêşeroja xwe gelek teqdîr dikir, tevgera Kurdistanê wekî dostên xwe yên herî nêzîk binav dikir. Piştî ku ev ”rikberî” li Bexdayê bû desthilat, Kurd dibînin ku astengiyên mezin li hember Kurdistanê tên xwestin ku bên lidarxistin. Serokwezîrê Iraqê yê îroyîn dixwaze metodên diktatoryane hemberê Kurdistanê bixe jiyanê de! Malikî û hevalbendên wekî wî qert a nîjadperestiya erebî li hember Kurdistanê dixwazin bixin dewrê de. Xwezî jê re ku îmkanên di destê tevgera siyasî ya Kurd de û bi taybetî rêvebiriya Kurdistanê, di destê yekem de siyaseta demokrat û modern a Serokê Kurdistanê Barzanî û ya Hukimeta Kurdistanê di bin Serokatiya Neçîrvan Barzanî de, rê li ber siyaseta paşkeftî, gemarane û êrîşkar a Malikî digre!

Li Suriye ”şoreşek” tê rêvebirin. Ev şoreş a ku xelkê Suriyeyê ji bo kerameta xwe, ji bo demokrasiyê destpêkirî, niha ji alî ”rikberiyek” ne-demokrat, tûndre û paşkeftî ve tê birêvebirin ku heta niha jî rikberiya rizgarîxwaz a Kurd nikare rê bibîne ku li gel bikeve nav xebatek hevkar de. ”Rikberiya” Suriye ya Ereb dixwaze bêyî ku tu mafan ji îro ve ji Kurdistana Suriye û kêmneteweyên din ên li Suriye re nasbike, wan bigre nav xwe. Bêguman ev metirsiya ku ev ”rikberî” sibe li Şamê bibe desthilat, qet mafên Kurdan nasnake tîne ber cav. ”Rikberiya” Suriye bi vî awayî nikare bibe nunerê tevayiya Suriyeyê û bi taybetî ya Rojavayê Kurdistanê .Dibe ”rikberiyek” erebî ya nîjadperest ku tenê şerê desthilatê li hember diktatoriya Esed li Şamê dike! Hin aliyên ”rikberiyê” dixwazin bi zora çek û piştgiriya hin welatên cîran destkeftiyên ku Kurdên Rojavayê Kurdistanê bidest xistin e bixin bin xeteriyê de. Avakirina Desteya Bilind a Kurd bi insiyatifa Serokê Kurdistanê Barzanî, mezintirîn garantîye ku bi parastin û pêşxistina yekîtiya xwe li Rojavayê Kurdistanê rewşek de-facto bidest bixin ku desthilata Şamê ya îroyîn an jî ya sibe nikaribe destên xwe zêde dirêjî Kurdistanê bike!

Li Tirkiyeyê, piştî bidestxistina desthilata Enqere ji alî Partiya Maf û Geşepêdanê (AK – Partî) rewsa rikberiya Tirkiye gelek gûherî. AK-Partî di cendîn waran de, bi taybetî girêdayî statukoya Kemalist a leşkerî de guhertinên berbiçav lidar xistin. ”Rikberiya” Tirk li hember van kiryarên AK-Partî rabû! Ango diyarkir ku ”rikberiyek” ne demokrat e û ne modern e. Berevajî ”rikberiya” li Tirkiye dixwaze satukoya Kemalizmê domdar be, wesayatdarê rejîma leşkerî ya Tirkiye be. Partiya ku xwe wekî ”sosyal-demokrat” binav dike, Partiya Komariya Gel (CHP) ew partiyê ya ku herî tund li dij bidestxistina mafên Kurdan radibe! Ji xwe Partiya Karker xwe wekî eskerên / leşkerên Kemalizmê binav dike!

Li Iranê rewşa ”rikberiyê” ji her sê welatên din ên dagîrkerên Kurdistanê ne cuda ye. ”Rikberiya” li dij Komara Islamî bi xwe paşkeftî û nîjadperest e. Dixwaze di bin nîrên farisan de, tevayiya gelên din, bi taybetî Kurd û Kurdistan desthilata Tehranê qebul bike!

Tevgera rizgarîxwaz a Kurdistanê, bi naveroka xwe ya demokrat, sekuler, pêşkeftî nûjen û ji diyaloga modern re vekirî re bala dinyayê her û her zêdetir dikşîne ser xwe. Diyaloga Kurd-Kurd li her çar perceyên Kurdistanê ku her roj zêdetir ser dikeve nîsanek gelek baş ji bo pêşeroja Kurdistanê ye. Pêşxistina diyaloga tevgera Kurd li her çar perceyên Kurdistanê bersîva herî baş ji bo daxwazên gelê Kurd li her aliyên Kurdistanê ye!...