Rêzbenda navên giritiyên siyasî yên li girtîgeha Navendî a bajarê Urmiyê

15:35 - 9 Adar 2019
Ajansa Kurdpa: 70 girtiyên siyasî di benda 12 a girtîgeha Navendî a bajarê Urmiyê de hepsî ne.

Li gorî raporên ku gihîştine Ajansa Nûçegihaniya “Kurdpa”yê, 70 girtiyên siyasî li benda 12 a girtîgeha Navendî a Urmiyî xwedî dikin, û ev girtiyane di dadgehên Şoreş yên hikûmeta Îranê de, bi tawanên wekî, “encamdana çalakiyan li dijî ewlehiya neteweyî, û
teblîx lidijî nizam, û herwisa endambûn û alêgîrîkirina li yek ji partiyên lidijî hikûmeta Îranê, hatine ceza dan.

Usman Mistefapûr, girtiyê kevin yê siyasî yê Kurd e ku, li girtîgeha Navendî a Urmiyê de hepsiye.

Lîşteya navên 70 girtiyên siyasî yên li girtîgeha Navendî a bajarê Urmiyê, ji aliyê yek ji beprisên vê girtîgehê ji Ajansa Nûçegihaniya “Kurdp”yê re, hatiye şandin.

Ev rêzbenda navên giritiyên siyasî, li rêkefta 18`ê Rêbendanê hatiye çapkirin, û bo saziya girîgehê û herwisa çalakî bo dabînkirin û Terbyet a welat hatiye şandin.

Hindek navên ku di vê rêzbendê de hatine, yan bi danîna barmteyê hatine azadkirin yan jî, li ber lêborîna dageha qezayî hatine azadkirin.

Girtîgeha Navendî a bajarê Urmiyî, ji 13 bendan pêk hatiye, û li sala 1348`an li ser rêya Gola Urmiyê hatiye avakirin, û Navenda birêvebirina vê girtîgehê, saziya girtîgehên Dadweriyê ye.

Lîsteya tewav a girtiyan li beşa Farsî a malperê de ye.