Rewşa tendrûstiya kolberekî Kurd xirabe

21:10 - 28 Nîsan 2019
Ajansa Kurdpa: Rewşa kolberê Kurd yê li nexweşxaneya Serdeştê xirab hatiye îlankirin.

Li gorî nûçeya ku gihîştiye Ajansa Nûçegihaniya “Kurdpa”yê, Hamid Eslan kolberê Kurd yê xelkê gundê Bîran a girêdaiy bajarê Serdeştê bi sebeba gullereşandina rasterast ya hêzên leşkerî yên hikûmeta Îranê bi dijwarî birîndar bibû û piştî neştegeriyê guçikek û partek ji rêwiya xwe jidest daye.

Ev kolberê Kurd li ser biryara dixtoran bo beşa taybet ya nexweşxaneya bajarê Serdeştê hatiye veguhastin.

Roja Înê 6`ê Banemerê ev kolberê Kurd li cihê bi navê Zînwî Kevan ya nêzîkî gundê Bîtuş rastî gullereşandina rasterast ya hêzên leşkerî yên hikûmeta Îranê hatibû û bi dijwarî birîndar bûye.