Reportêra taybet ya NY ji bo karûbarên mafê mirovan a Îranê, çû ser dilovaniya xwe

14:53 - 12 Şibat 2018
Ajansa Kurdpa: Reportêra taybet ya NY ya bo karûbarên mafê mirovan a Îranê, bi sedema ravestana dil di temenê 66 saliyê de çû ser dilovaniya xwe.

Li gora raporên medyayî yên Pakistanê, roja Yekşemî 22`ê Rêbendê, “Asme Cehangîr”, di temenê 66 saliyê de bi sedema ravestana dil, di yek ji nexweşxaneyên bajarê “Lahur” a Pakistanê de, çû ser dilovaniya xwe.

Digel bidawîhatina devreya “Ehmed Şehîd” weke reporterê taybet yê mafê mirovan, “Asime Cehangîr” jî weke cihgira navbirî hatibû destinîşan kirin.

“Asime Cehangîr” di heyama salên 2004`an-2010`an de, weke reportera mesebên azad û bîrûbaweriyan çalakî encam dane, û çend caran jî derheqê binpêkirina mafên Behayiyan ji aliyê hikûmeta Îranê ve, rexne li vê hikûmetê giritibû.

“Asime Cehangîr” parêzereka bihêz a mafê mirov û çalaka lîberal di Pakistanê de bû, û navbirî yek ji rêberên “Tevgera Parêzeran” a welatê Pakistanê bû, û di heyama salên 1983`an-2007`an de, di girtîgehê de bûye.