Rêkxstina Penaberên Îranî li Îraqê hate damezirandin

13:41 - 14 Nîsan 2013
Ajansa Kurdpa: Rêkxistina Penaberên Îranî li Îraqê, bi îzna fermî a 169 li berwar 4’ê Adara 2013’an * li gor madeya 10 û 11 ya qanuna jimare 1 a sala 2011 a pejirandî ji aliyê parlmantoya Kurdistanê, bi armanca berevanî ji mafên penaberên Îranî li Îraq û herêma Kurdistanê, dest bi xebata xwe kir.

Behere Heme Reş berdevkê vê rêkxistinê di hevpêvînek telefonî debi ajansa kurdpa ragehand: Hemû penaberên Îranî û her wiha ev kesên ku dixwazin berevaniyê ji mafên penaberan biken, bi mercekê ku bername û pêyreva navxwe a vê rêkxistinê qebul biken û xwe wek penaber bi hikûmeta herêma Kurdistanê dabin nasandin,bi bê cûdayî ya hizr û nêrîna siyasî, mesebî û regezî wek endamê vê rêkxistinê tên wergirtin û îzna hat û çû kirinê bo welatê Îranê namînit.

\"11988.jpg\"
berdevka vê rêkxistinê base vê yekê jî kir , jibo dabîn kirina jiyanek xweştir û baştir bo penaberan û liberçav girtina rewşa siyasî û civakî û aburî û her wisa çêkirina derfeta kar û dana nasnameyê li dema xwe de û di çarçêveya qanulnê de di mijar û armancên vê rêkxistinê ne.

Navbirî base vê yekê jî kir ku rêkxistina penaberên Îranî li Îraqê bi alikariya rêkxistinên Sivîl yên herêma Kurdistan û Cîhanê, alikariya penaberan dike, lê serbarî yasayî bûna rêkxistina wan heya niha ji aliyê hikûmeta Herma Kurdistanê û çi partiyekê bi awayek fermî û bi awayek pêwîst alikariya wan nehatiye kirin.