Qedera girtiyekî Kurd li Kamiyaranê nexûya ye

19:21 - 30 Çirriya pêşîn 2011
Kurdpa: Mensûr Zerdûyî ku di heyva Xermanan a îsal de ji hêla hêzên Îttilaatê ve hatiye binçavkirin û qedera wî nexûya ye.
Pêka nûçegehaniya Kurdpa li bajarê Kamiyaranê, Mensûr Zerdûyî berwara 6’ê Xermanana 1390’î a rojî hevdem tevî Husên Yûsifî li gundê “Elik” a ser bi Kamiyaranê bi sûçê hevkarî tevî partiyên opozisyon ên dijî Hikûmeta Îslamî a Îranê hat destbiserkirin û rapêçî zîndanê hat kirin û heya niha jî çareniwîsa navbirî nexûya ye.
Husên Yûsifî di dadgeha destpêkî de bi yek sal û yek heyv zîndanî hat mehkûm kirin û piştre cezayê 5 sal helpisêran jî jêre hat dayîn.
Husên Yûsifî piştî dana wê cezayê bi dana wesîqê hatiye morexesiyê.
Di heyamê 4 heyvên borî de di herêmên kurdakincî bi tewahî bo 47 hemwilatiyên Kurd 195 sal û 4 heyv zîndana tezîrî û 12 sal hikmê helpisêran ji aliyê Dadgeha Hikûmeta Îslamî a Îranê ve hatiye diyarî kirin.
Ew amara han li gor belavokên nawenda amara nûçegehaniya Kurdpayê, tê ragehandin û wisan dixuye ku rêjeya rastîn a cezayan li wê hindê zêdetir bin.