PKK: 24 girîla hatine kuştin û yazdeh ên din jî qedera wan nediyar e

21:06 - 30 Çirriya pêşîn 2011
Kurdpa: milê nizamî yê PKK eşkere kir ku: li wan 35 girîlayên ku hatinî bêser û şûn kirin, 24 ji wan hatine kuştin û ji çarenivîsa wan 11 kesên din jî tu agehiyek li ber destê me de tuneye.

Li gor balê nîzamî yê PKK, 35 kes ji girîlayên ser bi vê saziyê di berwara 22’ê Oktobera 20011’an de li herêma “gozariş û pîre” ser bi “Çile” bêser û şûn bûne.
Termê 24 kes ji wan girîlayan hatye peyda kirin û ji nojdariya qanûnî a bajarê Melatiyê li başûrê Rojhelata Turkiyê re hatye şandin.
PKK nûçeya kuştina wan 24 kesan piştrast kir.
PKK erteşa Turkan bi mifah wergirtin ji çeka şîmyayî û napal bo li navbirina girîlayan sûçdar kiri.
Kuştina Girîlayan bû hegera nerazîbûna xelkê
Selahedîn Demîrtaş nûnerê kurdan li parlemana Turka, got, gava erdheja Wanê di vê demê de neqewimîba, dewleta Turka pilan danîbû ku di rêya belavkirina wêneyên termê girîlayên Kurd di erkanên xwe de, bêhurmetiyê bi kerameta kurdan bike.
Malpera Firatnîwoz da xuya kirin ku, akinciyên bajarê Amed, Şernax, Mêrdîn û pirsos û herwiha xelkê Wanê ni nîşaneya kuştina wan 24 girîlayan, nerazîbûna xwe dan xuya kirin.
Di encama pevçûnên navbera PKK û ertêşa Turka di dawiya heyva rezber a îsal de 35 girîlayên PKK htine bêser û şûn kirin.
Termê 24 ji wan kesan hatine dîtin û qedera 11 gerîlayên din jî nexûya ye.