Peymana Lozan Dubare Dibe

13:35 - 1 Nîsan 2013
Unknown Author
Qardox Torî

 Dema mirov wan buyerên ji grewa birçîtiyê, heta niha dinêrî meriv dizane ku leyîstikek gelek xurt têt meşandin. Dema grewa birçî bunê dest pê kir. Diyar bu ku dewletê dixwast destê Erdoxan û Apo xurt bike. lewre: hevdîtina Îmraliyê de herdûwan jî li pêşberî Tirk û Kurdan xurt bikin da ku kes wan rexne nekê.

 Erdoxan; wê ji Tirkan re bi gota binêrin min qet xwe jê re ne tawand, min tenê got em na hêlin ku bimrin, Apo jî bi gotineke xwe waqa însana ji mirînê filitand. Destê herdûyan jî li pêşberî milletê de xurt bû. Mijara îmraliyê wisa cardin dest pê kir. Û kete rojevê; gelênTirkan amede kirin ku Erdoxan serî natawênê bi pêşberî Kurda de. Ferzedeke wilo nîşandan û Apo bi gotineke xwe Kurd ji greva birçî bûnê vegerand \"muhatap\" yanî berwêder eve. Apo jî di pêşberî Kurdan de xurt kirin;ew bihêztir û bi erktirîn kirin. Bi yek gotineke xwe grewa qedand bervêder( muhtap) bêgûman ewe. Bi vê helwestê dê peywendiyên bi îmraliyê re cardin dest pê kirin.

Dema hevdîtin dest pêkir ji xelkê re wisa dan nîşandan ku wê ev şer biqadê û dê aşîtî werê, Kurd jî xistin vê pêvjoye bê destkeftin bes bahse aşîtiyê kirin.

Hin kes ji hevdîtînên Îmraliyê ne memnun bun lewre bûyera Parîsê pêk anîn lê hikumeta Tirkiyê li pişta Apo sekinî û got berwêder ew e. Ev şerekî navxweyî ye, dibe herkes Apo weke bervêder qabul bike. Lê hêj dengê dijberî di nava PKKê de ne sekinî bu.

 Berî çûna heyeta duwem de Kişanak axaftinek kir û got; BDP li parlementoda ye û ji îmraliyê neziktir e; ev di hate wê watê ku hinik ji wan yê qandîlê ji hevdîtînan ne razî ne. Û heyeta duwem de hin nav lê kirin ku Erdoxan qabul nekê lê dawiyê de 3 kes bijartin wê carê jî hikumet wan navan qabil nekir.

Dîsa bi destê Apo hat ava kirin kesên ku,Apo xwest çûn girava Îmraliyê,yek ji wan sê kesan çepê Tirkan bu, ê din qaşo misilmanên Kurd bû,ê din jî ji KCK\'ê bû. Di virde him Apo him jî Erdoxan bi serket: Erdoxan bi serket loma hevserok rê nekir lewre ewane bi gerîlayên PKK rê hev himbêz kiribun. Apo biserket lewre navên ku wî dabun çûne girava Îmraliyê.

  Plana AKP-Îmraliyê hê nû dest pê dike dê Kurda bi aşîtiyê qane bikin dema şerê çekdarî bisekinê mirov dikarê bi demoqrasiyê mafê xwe bistênê. Belkî ew tişt rast e. Lê ne Apo ne jî Pkk ji bo Kurd û Kurdistanê çi tiştî naxwazin. Tenê hinek mafên çandî, zimên û makezagonê de bi hînek mafan wê qanabikin û Kûrdan jî bixapênin. Lê doza Kurdistanê ji xwe re naxin mijar.

  Ji bo pêşiya Kurdên neteweyî bigirin. Hinek çekdar li devre bihêlin ku dema alternatîfek derkevî da pêşiya wan bigirin.Wê bibêjin em çareseriyê tênin Lê nahêlin û herkesî wisa bidin xapandin. Netewe Kurd bikin gorî. Tirkiyêke bi hêz û demoqrat. Dixwazin. Dê wisa bikin ko Kurd wek ji Lozanê heta niha çawa bindest buyine dê 100 salên din jî Kurdan bê statû û bê Kurdistan bihêlin.

  Divê Kurd hay ji xwe hebin ku aşîtî navbeyna du dewletên cihê de çêdibe.Krdistan ne a Apo tenêye.Lewre em dibêjin Kurdistan,ji Apo jî û ji Pkk’ê jî mezintire. Divê Kurd tenê doza mafê xwe yên neteweyî û dewleta xwe bike..