Pêşnimêjê Înê ê bajarê Urmiyê, gefa tole standinê ji Hizbên Kurdî xwar

16:24 - 13 Tîrmeh (Temûz) 2019
Ajansa Kurdpa: Di heyam çend rojên derbasbûyî de, tevî tobarankirina deverên sînorî ên Rojhilat û Başûr, tobarankirina meqer û binkeyên Hizbên Kurdî berdewame û berpirsên hikûmetê, gefa tole sitandin ji Hizbên kurdî dixwen.

Roja Înê 21`ê Pûşperê, pêşnimêjî Înê ê bajarê Urmiyê, gefa tole sitandin ji Hizên Kurd ên dijî hikûmeta Îranê xwar.

Seyîd Mehdî Qureyşî, pêşnimêjê Înê ê bajarê Urmiyê, bi îşarekirin bi kuştin û birîndarbûna 4 kes li endamên Spaha Pasdaran di bajarê Pîranşarê de kir, û gefa tole sitandinê li Hizbên Kurdî xwar.

Navbirî ragihand: bê guman, ev karê han ê Hizbên Kurdî û piştevanên wan bê bersiv namîne û çavnihêrê bersiveke tûnd ên leşkerên Îslam bin.

Her di vê derheqê de, roja Çarşemî 19`ê Pûşperê, Pasdar Ûsanlû, fermandê Hemze a Soaha Pasdaran, li civînekê di bajarê Pîranşarê de, gefên tûnd bo tole sitandin li Hizbên Kurdî xwar.