Pêncemîn kolberê Kurd evsal bi sedema sir û seqemê canê xwe ji dest da

20:14 - 16 Kanûna Paşîn 2019
Ajansa Kurdpa: Kolberekî ciwan xelkê bajarê Çaldiranê bi sedema sirê li sînorê vî bajarî canê xwe ji dest da.

Li gora nûçeya ku gihîştiye Ajansa “Kurdpa”yê, roja Duşemiyê 24`ê Befranbarê, kolberekî law bi navê Emîr Tahirî temen 20 salî xelkê gundê Girgire a çaldiranê, bi sirê canê xwe ji dest da.

Ew kolberê Kurd di dema kolberiyê de, li ser bilindahiyên sînorê di navbera Çaldiran û Tirkiyê rastî vê bûyerê hat.

Eva pêncemîn kolberê Kurd e ku bi sedema sirê li ser bilindahiyên sînorên Kurdistanê canê xwe ji dest dide.

termê vî kolberê Kurd ji aliyê hêzên erteşa Tirkiyê ve bo bajarê Wan a Kurdistana Bakûr hatiye veguhastin û paş rohnbûna nasnameya wî, ji riya sînorê Bazergan ve bo bajarê Çaldiranê hatiye veguhastin.

Roja Şemiyê 22`ê Befranbarê jî, kolberekî Kurd bi navê Eyûb Emînî kurê Mihemed xelkê gundê Deşwan a Selmasê bi sedema sir û sermayê canê xwe ji dest da.

Herweha sê kolberên din bi navên “Yûsif (zanyar) Mihemedî esil” xelkê Pîranşarê, û Zanyar Ezîzzade kurê Silêman xelkê Pîranşarê, û Muzefer Husênî temen 35 salî kurê Elî xelkê gundê Gîsiyan a ser bi navçeya Mirgewer a Urmiyê di dema kolberiyê de bi sedema sirê canê xwe ji dest da.