Penaberekî Îranî di dema karkirinê de li Turkiyê canê xwe ji dest da

21:36 - 24 Gulan 2016
Ajansa Kurdpa: Penaberekî Îranê yê bi navê “Îbrahîm Şefayî” ku heyamê 6 heyvane ji Komîsarya ya bilind ya koçberan ya ser bi “NY”, daxwaza penaberiyê kiribû, bi sedema kêşeya fenî di Asansora cihê karê xwe de, li bajarê “Denîzlî”yê, tevî bûyera ketinxwarê berbirû dibe û piştî 2 heyvan ku di “Koma” yê de mabû, roja 23’ê Gulanê canê xwe ji dest da.

Hate ragehandin ku “Îbrahîm Şefayî” şarezayê karê Elektirîkê bûye.

Serbarê vê ku li gorî yasayê we penaberên li Turkiyê dikarin ji xwe re kar bikin, lê sîstema dewletî ya Turkiyê bona bêtirkirin û derbazkirina kirîza aboriya xwe, ji penaberan weke hêza kar bi nirxeke erzan mifahê disitîne.

Her bi vê meremê dewleta Turkiyê pêvajûya sitandin an ku wergirtina belgeya rêdayna fermî ya karkirinê, kiriye piroseyek dirêjmideh bi têçûyek zaf ku di rastî de wergirtina vê belgeya rêpêdayînê ne mumkin bûye.

Lewra penaber neçar in bona dabînkirina hewcehiyên xwe yên herî sereke ên rojê, dest awên “Karê Reş” di bazarên Turkiyê de, û eva jî boye sedem ku bi berfirehî penaber di Turkiyê de bên çewisandin û di rewşek xirab û ne ewleh de rojane 12 demjimêran karê giran bikin.

Eva di demekî de ye ku guhnedana “UNHCR”ê bi rewşa penaberan, heya niha bûye sedema vê yekê ku bi sedan penaberî li Turkiyê tevî bûyerên curbicur berbirû bin û di encam d canê xwe jidest bidin.