Parêzerê Osman Mistefapûr li dijî dadgeha Ormiyê dozê vedike

02:07 - 7 Kanûna pêşîn 2018
Ajansa Kurdpa: Dadgeha Ormiyê rê nade Oaman Mistefapûr kevntirîn girtiyê siyasî ê Kurd bê azadkirin û parêzerê wî jî bi vê sedemê li dijî dadgeha Ormiyyê doz vekir.

Li gor zanyariyên ajansa nûçegihaniyê a Kurdpa, şaxê sêyem ê dadgeha şoreşa Ormiyê piştî bîst û heft salan girtinê, rê li ber azadkirina Osman Mistefapûr digire û bi vê sedemê jî Osman Muzeyen parêzerê wî, meha derbasbûyî di girtîgehê de serdana wî kiriye û jê re ragihandiye ku her karek pêwîst be, ewê encam bide.

Çavkaniyeke haydar di vê dosyeyê de got ku daxwaza kêmkirina cezayê, lêbûrîn û azadiya bi merc a vî girtiyê Kurd ji aliyê dadgeha Ormiyê ve hatibû redkirin. Osman Muzeyen jî di beşa çavdêriyê a Dadweriya Îranê de li hemberî dadgeha Ormiyê gikî kiriye. Vê saziyê jî, ji dadgeha Ormiyê xwestiye careke din Osman Mistefapûr dadgehî bike lê heya niha dadgehê bersiva vê daxwazê nedaye.

Husên Ehmedîniyaz ku yek ji parêzerên din ên Osman Mistefapûr e, ji Kurdpa re got ku Wezareta Îtilaat ew girtî ji mafên seretayî ên girtiyan bêpar kiriye.

Osman Mistefapûr, ku meha Xermanana sala 1370’an a Rojî, bi tometa endametî di partiyekê Kurdî de hate girtin û sizaya bi sêdaredanê jê re birîn, û paşî li sala 1372 de hukmê vî bi 10 sal hewsa teizîrî, hate kêm kirin û li sala 1379 de li dema ku çavrê berdan ji girtîgehê bû, hukmê 15 sal hewsa din ser de sepandin û li incam de li kutayiya heyva Rêbendana sala 1392 de paşî 23 sal hewsê, ser li nû, hukmê 10 sal hewsa din jê re birîn.

Ev girtiyê siyasiyê Kurd, ku 22 sal û 9 heyve hewsiye, heya niha 1 roj mirexesî nedanêû heya derfeta pişkdarî kirin li tazîû bi zak sipardina dayîk û xweîşka vî pê nedan.

Osman Mistefapûr, sala 1390 de li Rencnameyik hejîner de, daxwaz ji raportêrê taybet yê mafê mirova rêxirava UN, (Ehmed Şehîd), çavdêrê mafê mirov û civaka cihanîû gişt mirovên azadîxwaz û vijdanên şar yên dinyayê kiribû, ku li bara rewşa dadgeh kirin û bi heder dana zêdetir ji 20 sal li temenê vîû ciwaniya vî, li girtîgehên komara islamî de lêkolîn bikin.