Parastina Rûmetê- Diyar Bohtî

16:52 - 12 Gulan 2015
Unknown Author
Diyar Bohtî

Hefteya borî jina ciwan a kurd Ferînaz Xosrewanî li rojhilatê Kurdistanê li bajarê Mehabedê xwe ji qata çaran a otêlê avêt xwarê û dawî li jiyana xwe anî. Sedema xwekuştinê wiha hat ragihandin. Xwediyê otêlê yê ji Tebrîzê xwestiye bi endamên istixbarata Îranê bide îmzekirin ku otêla wî pêncstêrk e. Wan jî qebûl kiriye lê bi şertê ku Ferînazê teslîmî wan bike.

Jina ciwan Ferînaz Xosrewanî piştî ku dibîne derî tev hatine kilîtkirin û çareya rizgariyê nîne ji bo ku destdirêjî lê neyê kirin xwe ji qata çaran diavêje xwarê. Bêguman ev ne bûyera yekê ye ku jina kurd xwe feda dike lê nahêle destdirêjî lê bê kirin. Ji bo ku nekeve destên kevneperestan Bêrîtanê xwe di zinaran de avêt, ji bo ku nekevin destên leşkerên tirk bi dehan keç û jinên dêrsimî xwe ji serê latan avêtin çemê Mûnzûrê.

Di vê çalakiya bi rûmet de ji bo her kesê peyamên pir girîng hene. Berî her tiştî careke din bi vê bûyerê diyar bû ka mêr li hemberî nefsa xwe çiqas lewaz in, bi çi çavî li jinan dinêrin û çiqas dikarin qirêj êrîşî wan bikin. Di vir de çend taybetiyên pergala Îranê jî xwe didin dest. Ya yekê; molayên Îranê mêrê kurd ji bo xwe kole, jina kurd jî cariye dibînin.

Kengê bixwazin wê her tiştî bi mêr bidin kirin û kengê dilê wan bixwaze wî mafî bi xwe re dibînin ku destên xwe dirêjî rûmeta jinan jî bike. Wekî din desthilatdaran her tim destpêkê jin xistine, piştre civak bi giştî. Ya duduyan; diyar dibe ku di binê cube û şaşikên melayên Îranê de hişmendiyeke pir qirêj û durû veşartî ye. Li aliyê din, ji bo zewqa xwe ya heywanî dikarin serî li her sextekariyê jî bidin. Lê Ferînaz bi vê çalakiya xwe ya bi rûmet -ji çalakiyê wêdetir li hemberî hişmendiya mêr a serdest ev serhildanek e- peyama “rûmeta mirov di ser her tiştî re ye” da her kesî. Peyama wê zû giha cihê xwe û gelê Mehabadê rabû serhildanê. Bajarên din ên rojhilatê Kurdistanê destdirêjiya li ser jina kurd qebûl nekirin û helwesta xwe diyar kirin. Behsa kuştî û gelek birîndaran jî tê kirin lê agahiyên zelal nayên bidestxistin. Li her sê beşên din ên Kurdistanê bi pêşengiya jinan gelê kurd rabû ser piyan.

Di serhildana gel a Mehabadê de jî peyamên pir girîng hebûn. Çawa ku tê zanîn li Mehabadê Komara Kurdistanê hatiye avakirin û Qadî Muhemmed li wir hatiye darvekirin. Gelê Mehabadê ev ji bîr nekiriye û hê wekî birînekê di dilê wî de ye. Di vê serhildanê de jî diyar bû ku li pêşiya dewleta Îranê du rê hene; yan wê vê serhildanê rast binirxîne û di çareseriya pirsgirêka kurd de li gorî wê gavan biavêje, yan divê xwe ji serhildanên mezintir re amade bike.

Ger naxwaze bikeve rewşa Iraq û Sûriyeyê berî ku biteqe divê bi rêberên kurdên Rojhilat re bikeve nava danûstandinan. Di serhildana Mehabadê de ji bo dagirkerên Kurdistanê ev peyam jî hebû: Êdî kurd ne ew kurdên berê ne, wekî berê êdî hûn nikarin hespê xwe li Kurdistanê bibezînin. Lê ne dagirker tenê, divê gelê kurd jî ji vê serhildana Ferînaz peyama xwe bigire. Lewre Ferînazê rûmeta jinên kurd, rûmeta gelê kurd parastiye. Bedena xwe ya ciwan feda kiriye lê nehiştiye şerefa gelê kurd were binpêkirin. Di heman demê de rûmeta mirovahiyê jî parastiye. Ji ber wê pêwîst e her kes peyama xwe bigire û li gorî wê helwesta xwe diyar bike.

Jêder: Azadiya Welat