Osman Muzeyen: Hewceye kuştina kolberan ji riya yasayî ve bê rawestan

15:05 - 18 Çirriya paşîn 2014
Ajansa Kurdpa: Pêvajoyeke yasayî derheq kuştina kolberan, ji aliyê 2 parêzerên Rojhelata Kurdistanê ve dest pê kir û di vê pêwendiyê de nameyek radestî serkomariya Îranê kirin.

Li gorî raporta ajansa nûçegihaniya kurdpa, Osman Muzeyen û Hûsên Ehmedîniyaz, ew du parêzer in ku doseya kolberan bi stuyê xwe gitine û dixwazin bi riya yasayî dawî bi kuştina kolberan bîn in.

Osman Muzeyen di axaftinekê de ligel ajansa Kurdpa, derheq doseya kolberan de amaje bi vê hindê kir ku kolber û kasibkarên ser sînor hertim tên tepeserkirin û tu navendek nine ku piştevaniyê ji wan bike.

Wî parêzerî qala vê hindê jî kir ku di qonaxa yekem de emê hewl bidin kolberên ku bi gulleyên raste rast ên hêzên Întizamî yên hikûmeta Îranê ve hatine kuştin, bi dayîna bihaya xwina wan (diye) pirsgirêkên malbatên kasibkaran bê qerebûkirin.

\"23200.jpg\"
Osman Muzeyen، parêzerê Kurd
Muzeyen derheq bi çawaniya pêdeçûn bi pêvajoya kolberan de got: “Kolberên ku bûne qurbanî yê her bajarekî be divê doseya wî di dozgera heman bajarî de ji aliyê dezgehên dadperwerî ve qonaxên serekî derbaz bike, piştre em ê bi henardekirina doseyê bi parêzgehan û paytext pêvajayê bişopîn in.

Parêzerê navbirî di dirêjeya axaftina xwe bi ajansa Kurdpa re, îşare bi vê hindê kir ku bi stu girtina vê doseya karekî asan nîne lê emê hewla xwe bidin heya di dozgeriyên leşkerî de jî vê pêvajoyê pêdagirî bikin û kujerên kolber û kasibkaran redestê dozgeryê bikin.

Osman Muzeyen di bersiva vê pirsêde; gelo dozgerî dikare kojerên kolberan ceza bide? got:“Mixabin heya niha tu kes ji hêzeke serbazî derheq pirsên kolberan de nehatiye ceza kirin û dosyeya wan winda û sergirêdayî hiştine.”

Muzeyen ser vê baweriyê ye ku yên ku kolberiyê dikin cezayê wan kuştin nîn e jiber ku pirr caran ewan sînor derbaz nabin û heya ji aliyê hêzên Întizamî yên Hikûmeta Îranê ve di nav cadeyên navxweyî yên wî welatî de, bê eve ku barekî yasax û qaçax di tirombêlên wan de be, hatine kuştin.

Wî yasanasî derheq bi şandina nameyê bi serkomar re got:“Me bo agahdarkirina Hesen Rûhanî ew nameye radestî serkomariyê kir û têde amje bi kuştina bê sebeb a kolberan hat kirin, û di nameyê de me şikayeta hêzên Întizanî yên ser tixûbam kir.

Husên Ehmedî niyaz û Osman Muzeyen, di nameyê de behsa rewşa xirab a aboriya Kurdistanê kiribûn û gotibûn ku di egera baş bûna rewşa aborî de kes kolberiyê nake.

Di dawî de Muzeyen got:“Ev pêvajo me girte ber xwe û di cem me jiyana mirovan ji her tiştî girîngtir e.