Osman Baydemîr Bi 28 Sal Girtîgehê Hat Mehkûmkirin

15:02 - 10 Çirriya paşîn 2011
Kurdpa: Berpirsê Bajêrvaniya bajarê Diyarbekir li Tirkiyê Osman Baydemîr, ji aliyî dezgeha dadweriya vî welatî ve bi 28 sal gitîgehê hat mehkûmkirin.

Malpera Xendan ragihand ku Dadverê Giştî yê bajarê Diyarbekir şîkayetnameyek dijî Baydemîr pêşkeşî dadgeha bilind ya tawanan kiriye û di encam de ev berpirsê Bajêrvaniya Diyarbekir bi 28 sal zîndanê hatiye mehkûmkirin.

Osman Baydemîr bi tawana beşdarîkirin di rêûresma veşartina termê 7 gerîlayên Partiya Karkerên Kurdistanê (P.K.K) li Diyarbekirê bi vê sezayê hatiye mehkûmkirin.
Di beşek din ya şikayetnamê de hatiye Baydemîr her di ew rêûresmê de di nava qisên xwe de piropagenda ji bo hewlên P.K.K kiriye û ev saziya weke saziya piştevanê Kurdan daye nasandin.

Baydemîr gişt ew tawanên îşarepêkirî red dike û dibêje ku evane dûr in ji rastiyan.