Nivîskarekî kurd ferhengoka bi navê Kurdîk çap û belav kir

22:09 - 14 Tebax 2017
ajansa Kurdpa: Nivîskarekî Kurdê xelkê bajarê Şarabad a ser bi parêgeha Kirmaşanê, ferhengokeke kurdî a bi navê “Kurdîka” bi sê zimanên Kurdî, Farsî û Înglîsî çap û belav kir.

Li gora nûçeya ku gihîştiye nûçegîhaniya Kurdpa, Însîklopîdyaya Kurdîka ji aliyê nivîskarekî kurd yê bi navê Ebas Celîliyan naskirî bi Ako, xelkê bajarê Şabadê, çap û belav kiriye.

\"\"Ev însîklopîdya bi sê zimanên Kurdî, Farsî û Înglîzî, di belgeyên A û B de hatiye çap û belavkirin.

Ferhengoka Kurdîka, pêk hatiye ji zaravayên Kelhorî, Kirmancî, Soranî, Lekî, Lorî, Şebek.

Ako Celîliyan, di heyameke dirêj û bi awayekî hertimî li ser vê ferhengokê kar kiriye, û encama kar û xabata vî nivîskarê kurd jî bûye sedem ku ev ferhengok, yek jî ferhengokên herî dewlemen ên di warê peyvan de bê hesibandin.

Ebas Celîliyan di sala 1972`an li bajarê Şahabad a ser bi parêzgeha Kirmaşanê hatiye dinê, û yek ji wan nivîskaran e ku di wê navçeyê de hewlên zor dane ji bo dewlemendkirina ziman û kultura kurdî di parêzgehên Îlam û Kiramşanê de.