Nêzîkî 35 kes ji ciwanên gundê Nêyî bo îtila`atê hatin gazîkirin

21:07 - 27 Şibat 2019
Ajansa Kurdpa: Nêzîkî 35 kes ji ciwanên gundê Nêyî, bo îdareya îtila`ata bajarê Merîwanê hatin qazîkirin û rastî gefxwerinan hatin e.

Li gorî rapora ku gihîştiye Ajansa “Kurdpa”yê, di heyama rojên borî de, nêzîkî 35 ciwanên gundê Nêyî bo îdareya îtila`ata bajarê Merîwanê hatine vexandin, û hêzên îtila`atê gef ji wan xwerine, da ku di rêûresma Newrozê de beşdarî nekin.

Li gorî gotina vê çavkaniyî, vexandina ciwanên gundê Nêyî, bo îdareya îtila`ata bajarê Merîwanê, û gefxwerina ji wan bo beşdarî nekirina wan di rêûresima Newrozê de, di demekê de ye ku, pêşî ji hemû çalakiyên derheq birêvebirina wê rêûresmê bi boneya sersala nû hatine astengkirin.

Roja Sêşemî, 29`ê Reşemeha sala 1396`an, hêzên leşkerî yên hikûmeta Îranê, bi amadebûn li meydana serekî ya gundê Nêyî, pêşî ji birêveçûna wê rêûresmê girtin û herwisa dinavbera hêzên leşkerî û xelkê wî gundî de, şer derketibû.

Piştî wê ku hêzên leşkerî yên hikûmeta Îranê, pêşî ji birêveçûna rêûresma Newrozê girtin, û hêzên îtila`atê jî, dest bi desteserkirina berfireh a ciwanên gund kirine.