Nahêlin Kobanê bibe dewlet !

21:15 - 30 Hezîran 2015
Unknown Author
Dawûd Çîçek

Dewleta Kurdî dîsa ketiye devê dewleta Tirkiyê û hikûmeta AKP û Erdogan behsa dewleta Kurdî li bakûrê Kurdistanê nake belku dibêje em tu carî rê nadin ku dewleta kurdî li bakûrê Sûriyê yanê li (Rojava) dirust bibe.

Di heman demê de serokê PYD Salih Muslim ji ajansa nûçeyan a Dogan re dubare kir ku armanca wan avakirina dewletek Kurdî nîne belku ew sîstema xweseriya demokratîk dipejirînin. Ji aliyê xwe ve jî Hevserokê KCK Cemîl Bayîk jî ji rojnameya Şerq Ewset re teqez kir ku ew ne li gel avakirina dewleta kurdî ne belku ew konfederalîzmê ji bo Kurdan dixwazin.

Li aliyekî dinê jî hevserokê HDP Selahedîn Demirtaş ragihand ku ew jî piştevaniyê didin serxwebûna herêma Kurdistana Îraqê, lê ew li bakûrê Kurdistanê sîstema xweseriya demokratîk dipejirînin.

Êrişa hovane ya ser bi kobanî ji aliyê dijminên mirovahiyê û reşperstên dîrokê û şovenîstên gemara netewan û heval bendên wê intîqama şikestinên yek li dûv yek çi li Rojavayê Kurdistanê û çi li bakûrê Kurdistanê kirin û armanca wê întîqamê jî vîna û çarenivîs û azadiya gelê Kurd e, ne tenê li Rojava belku li bakûrê Kurdistanê jî.

Piştî şikestina mezin ya Partiya Dad û Geşedanê AKP û Erdogan û serkeftina Partiya Demokrasiya Gelan HDP  di hilbijartinên parlemanî ên li tirkiyê, her weha jî şikestina hevalbendên AKP yên tarîperest DAIŞ li herêma kantona Cezîrê û rizgarkirina Girê Sipî ku weku kelha wê rêxistinê dihat naskirin û her weha gihêştina kantona kobanê û kantona Cezîrê bi hevve, van hêzan carek din rûyê xwe yê qirêj nîşan dan û bi hovîtî û dûrî hemû exlaqên mirovî tawanên xwe encam dan û kîn xwe li zarok û jin û kalên Kobanê derxistin.

Di civîna encûmena wezîran a Tirkiyê de ku di roja rizgarkirina Girê Sipî de hatibû lidar xistinê, têde planên ketina artêşa tirkiyê bo nava axa Sûriyê bi hinceta pêşveçûnên hêzên YPG/YPJ û gîhandina herdu kantonan (Cezîr û Kobanê) û her weha ihîtimala pêşveçûna hêzên YPG berve kantona Efrînê û vekirina korîdorê di navbera Kobanê û Efrînê û her weha heya ser bi deryayê Sipî nîqaş kirine.

Li gor ajansên Tirkî, Serokwezîrê Tirk Ehmed Dawudoglu ji serokerkanê artêşê Necdet Ozal xwestiye ku artêşê bilivîne û bi hinceta şerê DAIŞ û YPG û hêzên rêjîmê bikeve axa Sûriyê û navçeyeke ewle (Tampon) ava bikin. Her weha nehêlin kantona Efrînê bighîje kantona Kobanê û di heman demê de planên xwe û siyaseta xwe di Sûriyê bi serxîne. Ev plan jî pişta xwe ji Siûdiya Erebistanê digre ku çawa mudaxeleya rewşa Yemenê kir û serkêşiya operasyona “Asîfet Hezim” kir. Lê navê operasyona Tirkiyê li ser Sûriyê wê çibe hîna veşartiye. Lê gor heman ajansan serokerkanê Tirkiyê ku dema erkê wî bidawî dibe ji Dawudoglu xwestiye ku ev yek wê ji aliyê dunyayê ve neyê qebûl kirin û wê weku destêwerdana di karûbarê welatekî dinê bê nasandinê.

Daxuyaniyên Serokomarê Tirkiyê Receb Teyîb Erdogan a piştî komkujiya Kobanê a roja 25/6/2015`an  li xwe mukir hatine ku ew li pişta wê komkujiyê ne. Erdogan dibêje berdêl çi dibe bila bibe ewê rê nedin ku dewletek Kurdî li bakûrê Sûriyê (Rojavayê Kurdistanê) ava bibe. Bi wateya ku Erdogan dibêje, “Berdêl çi dibe bila bibe ez nahêlim Kobanê bibe dewlet”.

Hikûmeta Tirkiyê û Erdogan tirsa wê ewe ku Emerîka dixwaze kantonên Rojavayê Kurdistanê bighîne hevûdu heya dighê Efrînê û di wir re jî derwazeyekê ji bo Kurdan ta ser deryayê Sipî veke ku bikare gaz û petrola başûrê Kurdistanê û petrola Rojava jî, ne di Tirkiyê re bi rêya Deryaya Sipî derbasî bazara cîhanê bike. Tirkiyê vê yekê ji bo xwe xeter û zerer dibîne û weku bîngeha damezrandina dewleta kurdî li başûr û Rojava dibîne.

Ji ber van hemû egeran şovenîst û terorîstên reşperest bûne yek û êrişî Kobanê kirin û ew komkujiya hovane bi talîmat û fermana hikûmeta Erdogan û AKP`ê encam dan û xwestin Helebçeyeke dinê pêk bînin...

Lê em weku kurd dibêjin ku çawa Helebçe bû bi derwazeya nasandina doza kurd li tevahiya cîhanê û bingeha avakirina herêma Kurdistanê ya fedral ku îro amadehiya dewleta kurdî dike. Kobanê jî weku çawa bû bi sembola Berxwedana gelê Kurd û cîhan tev bi qehremaniya xwe matmayî hîşt ewê bibe derwazeya dewleta Kurdî û hemû plan û lîstikên dagîrkeran wê pûç bibin.

Jêrenot: Ew nivîs dîtingeha nivîskar e û ajansa Kurdpa jê berpirsyar nîne