Metirsiya dîportkirina çalakvanekî siyasî yê Kurd heye

16:24 - 11 Nîsan 2019
Ajansa Kurdpa: Çalakvanekî siyasî yê Kurd, yê xelkê bajarê Seqizê û rûniştiyê welatê Almaniyayê, egera dîportkirina wî bo Îranê heye.

Li gorî nûçeya ku gihîştiye Ajansa Nûçegihaniya “Kurdpa”yê, çalakvanekî Kurd yê bi navê “Nadir Elahyarî” xelkê bajarê Seqizê, rûniştiyê welatê Almaniyayê, ji aliyê îdareya Karûbarê Koçberan li welatê Almaniyayê, bo kempên daxistî hatiye veguhastin û egera metirsiya dîporkirina wî bo Îranê heye.

Ew çalakvanê siyasî yê Kurd, endamê “yek ji partiyên Kurd yên opozisyona hikûmeta Îranê” bûye, û li sala 1394`an wekî, koçberekî rû li welatê Almaniya yê kiribû.

Wî çalakvanê siyasî yê Kurd li gotûbêja di gel Ajansa Nûçegihaniya “Kurdpa”yê, derheq bi nepejirandina “Keysa” xwe got, dazxwazkara wî bo bi vergirtina wî wekî koçberek, ji aliyê îdareya Karûbarê Koçberan a li welatê Almaniyayê nehatiye erêkirin, û ji wî re ragehandine ku, dibe vegere bo kempa daxistî.

Herwisa “Nadir Elahyarî” ji Ajansa Nûçegihaniya “Kurdpa”yê re ragehandiye ku: Navbirî li sala 1394`an wekî koçberek rû li welatê Almaniyayê kiriye, û daxwazkariya wî ev bûye ku navbirî wekî koçberekî verbigirin, lê piştî derbazbûna 3`ê sal û çend mehan ev daxwazkariya wî nehatiye erêkirin.

Navbirî got, roja borî, îdareya Karûbarê Koçberan li welatê Almaniyayê bersiva nerênî ji wî re dane û ragehandine ku biryara dîportkirina navbirî bo Îranê hatiye dan.