Mes`ûd Şemsnijad hate destbiserkirin

15:08 - 10 Kanûna Paşîn 2019
Ajansa Kurdpa: Parêzereke pile yek yê serdozgeriya bajarê Urmiyê ji aliyê hêzên Îtila`atî ve hate destbiserkirin.

Li gora nûçeya ku gihîştiye Ajansa “Kurdpa”yê, roja Sêşemiyê 18`ê Befranbarê Mes`ûd Şemsnijad parêzerê pile yek ê serdozgeriya bajarê Urmiyê ji aliyê hêzê Îtila`atê ve hate destbiserkirn û bo cihekî nediyar hate veguhastin.

Piştî destbsierkirina navbirî hêzên Îtila`atî êrîşî ser cihê kar û mala şexsî ya navbirî kirin û paş lêgerînê hindek alav û dosiyeyên wî digel xwe birin.

Navbirî roja 17`ê Banmerê ya sala 1393`an hate dadgehîkirin û li 23`ê Banemera heman salî bi tohmeta piropagende û endambûna di yek ji hizbên Kurdî ên opozisyona hikûmeta Îranê ji aliyê liqa 2 ya Dadgeha Inqilab a bajarê Urmiyê ve bi çar mehan girtina te`izîrî hate mehkûmkirin, û li 1`ê Pûşperê ya heman sale hukmê wî bi awayekî fermî li dadgeha pêdeçûnê de hate piştrastkirin.

Usman Muzeyen, Salih Nîkbext û Ebas Cemalî sê parêzerên pile yek ê serdozgeriyê parêzerê dosiyeya Mes`ûd Şemsnijad girtine stûyê xwe.

Roja Duşemiyê 22`ê Befranbara sala 1393`an Mes`ûd Şemsnijad paş 4 mehan zîndanê û bidawîhatina hukmê xwe hate azadkirin.

Mes`ûd Şemsnijad roja 19`ê Banemerê ya sala 1392`an jî ji aliyê hêzên tila`atê ve hate destbiserkirin û paş 34 rojan bi wesîqeya 1 milyard ûmenî hate berdan.