Mehabad/ Zindan bo çalakvanekî berê yê xwendekarî

20:13 - 17 Şibat 2015
Ajansa Kurdpa: Çalakvanekî xwendekar yê berê û xelkê Mehabada rojhilatê Kurdistanê, ji aliyê dezgeha qezayî a hikûmeta Îslamiya Îranê ve, cezayê girtinê lê hat birîn.

Li gor raporta ajansa nûçegihaniya Kurdpa, Aso Ezîzî çalakvanê pêşîn ê xwendekarî li zanîngeha” Peyamnûr” a Mehabad, bi 1 sal cezayê girtinê hat mehkûm kirin.

\"24822.jpg\"
Aso Ezîzî çalakvanê berê yê Xwendekarî li Mehabadê
Kesek ji malbata Aso li peywendiyeke telefonî bi ajansa Kurdpa re got: Aso Ezîzî tevî vê yekê ku parêzerê wî berevanî jî lê kir û hukmê wî bi Dadgeha Bilind a Îranê hat şandin, lê dozgeriya Mehabadê 1 sal cezayê hepsê bi wî re destnîşan kir.

Navborî payîza borî, ji aliyê hêzên ewlekarî ên hikûmeta Îslamiya Îranê ve, di şûna kar û xebata xwe de hatibû binçavkirin û bi dûre bi danîna barmteya 200 milyon tûmenî bi awayekî demkî hatibû berdan.

Ezîzî di rîşe (rişte) ya zanistên siyasî de, bawername wergirtiye ku beriya niha bi 9 salan, dîsan hatibû binçavkirin û 1 sal cezayê girtinê bi ser de hatbû sepandin, herwiha sala 2010-2011’an jî careke din 6 meh cezayê girtinê lê hatibû birîn.

Ew çalakvanê siyasî ê Kurd havîna borî di kampaniyaya “Kobanî ne bi tenê ye” beşdarî kiribû û di komkirina alîkaryên bo wî bajarê rojavayî, roleke girîng ji xwe nîşan dabû.