Maşînên kasibkarên Kurd rastî gulereşandinê hatin

21:09 - 28 Tîrmeh (Temûz) 2019
Ajansa Kurdpa: Hêzên Întizamî, di gundekî bajarê Bokanê de, li dema revîna maşînên kasibkaran, dest avêtine bi gulereşandinê.

Li gorî raporta ku gihîştiye Ajansa Nûçegihaniya “Kurdpa”yê, demjimêr 8`ê şeva Şemiyê 5`ê Gelawêjê, hêzên Întizamî li gundê “Hesar” a girêdayî bajarê Bokanê, li dema revîna maşînên kasibkarên Kurd, ew dane ber guleyan.

Rapora ku gihîştiye Ajansa Nûçegihaniya “Kurdpay”yê, bas wê yekê dike ku, hêzên Întizamî bi şika hebûna alavên Qaçax, dest bi gulereşandin li ser maşînên wan 3 kasibkarên Kurd kirine.

Çavkainya Kurdpayê di vê raporê de basa wê yekê dike ku, her 4 tekerên maşînên wan kasibkaran bi sedema gulerşandina hêzên întizamî ve hatine teqandin, û ew 3 kasibkarên Kurd ji tirsa desteserkirinê, çûne nav gundê Hesar a ser bi bajarê bokanê.

Herwisa hêzên întizamî, di nav gund de dest bi gulereşandinê kirine û herwisa yek ji me`imûrê hêzên întizamî bi maşînên wan 3 kasikarên Kurd hatiye birîndarkirin.